BI DÎMEN

Lêpirsîna referandûmê di êşkenceyê de ji gundiyê Xirabê Bava kirin

Sabrî Bayhan ku bi heftiyan rast îli êşkenceya dewletê hat, trajediya ku li Xirabê Bava bi serê wî de anîn vegot.

Beriya bi mehekê hezên dewletê bi ser gundê Xirabê Bava ê Nisêbînê ya Mêrdînê de girtin. 19 rojan qedexeya derketina derve danîn, gelek kes înfaz kirin, mal kavilkirin, şewitandin, heywan kuştin. Gelek gundî hatin binçavkirin,  hema hema êşkence li hemûyan kirin. Gundiyan gotin ew ê zilma dewletê ti caran ji bîr nekin.

Sabrî Bayhan trajediya ku dewletê li gundê wan pêk anî ji ANF’ê re got.

‘BI HELÎKOPTÊRAN GUND DORPÊÇ KIRIN’

Zilamê 63 salî  Sabrî Bayhan dema ku hêzên dewleta Tirk bi ser gunde girtin bi tena serê xwe bû, her tişt bi çavê xwe dît û wiha got: ‘’Hevala min çûn Qibrisê cem zarokan. Bi şev saet 20.10’an min got qey gund hilweşiya. Bi helîkoptêran gund dorpêç kirin. Min dît ku sê aliyên gund dorpêç kirine lê gundiyan gotin 4 alî girtibûn. Berê sibehê saet çaran leşkeran em dorpêç kiribûn.’’

Bayhan êşkenceya li ser xwe jî wiha got: ‘’Roja 10’an an jî ya 15’an a qedexeyê bû baş nayê bîra min, beriya şer saet 11.00’an hatin ber deriyê min. Saet 12.00’an li ber baxçeyê min diviyan, gotin li gund hin hene û divê ew bibêje. Min got ti xebera min jê nîn e, min kes nedîtiye. Piştre dîsa li baxçe geriyan û çûn. Beriya ku biçin gotin ji malê divê dernekeve. Ji ber ku nexweşiya şekir bi min re heye şekirê min rabû. Li Mal hema min xwe dirêj kir. Piştî ku bi ser xwe ve hatim min nimêj kir. Saaet 13.00 kêm 10 deqe li mala min reşandin. Ji ber dengê çekan hi nema. Li 155 polîsên mîdyadê yên hewariyê geriyam. Li Mehsertê jî geriyam. Min got werin min xilas bikin. Lê gotin li 156 Jandarma bigerin. Ez li 156 li Jandarma geriyam. Gotin têkildarî tiştên ku li wir dibin em ê agahiyê bidin. Min got zz 63 salî bûm, biryara lêgerînê li ser min nîn e. Beleheq li mala min direşînin.’’

 ‘WÊ EZ JÎ BI MEZREBE BIKUŞTAMA’

Bayhan zilma ku lê kirin wiha got: ‘’4 saetan li mala min reşandin. Cihê ku lê direşandin û cihê serê min bostekê nêzî hev bûn. Herî dawî li Mêrdînê geriyam, tiştek jê derneket. Hingî gule pir dihatin, min digot, hewarê, hewarê. Piştre xwestin ku derkevim. Polîsên weke ku li balafirşkînê siwar bûbûn xwestin ku derkevim. Ji ber guleyan derî mehiyabû. Min çi qasî xwest vekim jî venebû. Wê demê gote min, ‘’kurê kerê derkeve derve’’ Min got ez nikarim dêrî vekim lê bê fêde bû. Piştre ji pencereyê min destê xwe derxist. Yekî bi destê min girt û ez bi sîxen hesin ve eciqandim. Dema ku ez wiha girtîbûm bi mezrebe derî şikandin, ketin hundir. Heta vî emrê xwe kesekî gotineke jî li min nekiribû lê xwe ji dê û jina min hekimandin. Bi pehînan bi min ketin. Ez li erdê dirêj kirim. Çek kirin serê min de. Gule direşandin li her deverê. Bi lêxistinê ez anîm baxçe. Yekî mezrebeyê 5 kîlo rakir û got,’’ ti ferqa vî ji yên din nîn e, ez ê bikujim’’ Yekî ji wan got, ‘guneh e, jixwe têra xwe me lexist’’. Bi vî awayî mezrebe danî û bela xwe ji min vekirin.’’

‘HÛN KURD HEMÛ TERORÎST IN’

Bayhan got ji bo şekalên li ber mala wan jî gelekî lêxistin û got: ‘’Gotin ev şekalên li ber mala te yên kê ne? Min got, ‘nimroya şekel amin 47 e. Ev hemû yên min in. Ji ber ku nimroya lengê min mezin e min 2-3 heb bi hev re standine.’’ Ji bo şekalan jî li min xistin.

Bayhan got kesê ku operasyon dikirin nedişibiyan polîsan û wiha got: Ji Kobanê hatine nayê zanîn. Por û riha wan ketibû nav hev. Tim li min dixistin. Min got, ‘’we li mala min tiştek dît? Çima hûn li min dixin?’’ Gotin,’’hûn Kurd hemû terorîst in’’ 19 rojan mala min weke qereqolê bi kar anîn. Hemû firaxên me avêtin erdê. Sê dewarên me kuştin. Ez gilih dikim. Ez ê vê zilmê ti caran ji bîr nekim. Ez li vê dinyayê xwe dispêrim edelatê nebû. Ez xwe bi edeleta xwedê ve dihêlim. Heke heqê vê kirina wan hebe jixwe min a xwe dît, lê ku nebe bila ew jî di ya xwe ve derkevin.’’

 ‘BI ZORÊ MIROV NABE TIRK’

Bayhan got bi saetan li ber guhê wî çek teqandine û tiştên bi serê wî hatine li dadgehê ji dadger re gotine. Bayhan got, ji bo ku Kurd bûye sixêf li dîn û zimanê wî kiriene û got: ‘’ Bi saetan min deng nebihîstin. Dema ku min gotî ‘’wiha nekin’’ gotin ‘’em ê di xwedayên de…di pêxemberê te..’’ û dijûn dikirin. Ev misilmaniyeke çawa ye? Min li cem dadger û dozger jî wiha got. Ez Kurd im û heta ku sax bim jî dev ji vê bernadim. Ez dikarim bibêjim zimanê min Ingilizî ye? Dikarim bibêjim Fransî ye? Na. Bi Xwedê ne hevjîna min, ne diya min nizane bi Tirkî. Bi navê xwedê ti xizmên me jî bi Tirkî nizanin. Ez ê bi zorê xwe bikim Tirk?’’

 ‘DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE LÊPIRSÎNA REFERANDÛMÊ’

Bayhan diyar kir li gel ku 14 rojan binçav kirin û êşkence lê kirin jî jê xwestine ku di referandûmê de bibêje, ‘erê’ û got: ‘’ Di binçav de rojê tenê  5 lin zeytûn û pariyek nan didan. Dema ku destê min kelepçekirî ez birim nexweşxanê gotin tê di referandûmê de bibêjî, erê yan na. Min jî got, ‘’ka ez derkevim ez ê bidim we.’’ Ev 15 roj in hûn bi pehînan b imin dikevin, bi rojane sixêfan li namûsa min dikin. Niha jî hûn dengan dixwaizn? Şûşa şikestî ti caran nacebire. Nabe. Dilê şikestî nacebire. Hûn bi kîjan rûyî dengan ji min dixwazin.’’

‘BILA EZ ZILM JI WAN RE NEMÎNE’

Bayhan got, divê êdî Kurd yekîtiya xwe çêbikin û got, ‘’Bila her kes zanibe saxderketina min a ji vir, ji ev qas ber û guleyan xilasbûna min mucîze ye. Dîsa jî bila zimanê bin, partiya min sax be. Xwedê vê zilmê ji wan re nehêle. Êdî bila Kurd bibin yek. Divê êdî em hev fêhm bikin û qedr bidin hev. Bes e êdî. Ev 60 sal in ev zilm heye, ev tundî. Em ê heta kengî wextê xwe derbas dikin’’