'Lêpirsîn ne çalak in, cezanekirin bûye edet'

Platforma Kedê û Demokrasiyê ya Amedê li dijî terora polîsên Tirk helwest nîşan da û got cezanekirin bûye edet.

Platformê li ser terora polîsên Tirk a li Nisêbînê ya li ser zarokê bi navê Bahoz daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî ku dîmen li ser platforma medyaya civakî hatiye parvekirin Midûriyeta Emniyeta Giştî bêgav maye ku helwestekê bide, Emniyaetê gotibû derheqê polîsê ku teror li ser zarok kirî lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji kar hatiye dûrêxistin.

Platformê her wiha got Emniyetê di daxuyaniya xwe de gotiye zarokan kevir avêtine polîsan û bi vî rengî jî hewl dane ku tundiya polîs meşrû bikin.

Platformê bi berdewamî kuştina zarokên  Kurdan ên bi destê polîsên Tirk bi bîr xist, diyar kir polîsên kujer ên ku zarokên Kurd hatine kuştin nehatine cezakirin û ti lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û cezanekirina kujerên zarokên Kurd Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûye edet.