Lêkolerê Zimanê Kurdî Gabar: Ziman Kok e, jiyan e

Lêkolerê Zimanê Kurdî û Nivîskar Hawar Gabar bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo netewe û civakê got: “Zimanê Kurdî kok e, jiyan e. Dema zimanê xwe winda dike, êdî mirov nabe yê xwe.”

Yek ji deverên ku tevî her cûre şert û mecên giran ên jiyanî qed dev ji perwerdehiyê berneda û hemû perwerdehî bi zimanê Kurdî tê dayîn Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye.

Mexmûr bi qasî jiyana xwe ya penaberiyê, hemwext bi perwerdeha xwe ya ziman jî cihek taybet di perwerdeha zimanê dayikê û pêşxistinê de cih girtiye. 

Li Mexmûrê 4 dibistanên dayikê, 4 seretayî, 2 navîn û 1 amadeyî heye. Di van dibistanan de zêdetirî 3 hezar 500 xwedekar hemû waneyan bi zimanê Kurdî perwerde dibîne. Heta niha bi sedan xwendekar lê mezûn bûne û li dibistanê jî û gelek qadên jiyanê jî kar dikin. 

Yek ji mamosteyên bi salan tevî hemû şert û mercan perwerde dayî zarokên Mexmûrê Lêkolerê Zimanê Kurdî Nivîskar Hawar Gaber e, bi rasthatina 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bal kişand ser hebûn û girîngiya ziman ji bo kes, civak û netewan. 

‘ZIMANÊ KURDÎ KOK E, JIYAN E’

Gabar anî ziman ku zimanê Kurdî xwedî kokek qehîm ê civakî û dîrokî ye û got: “Zimanê Kurdî jiyan e. Ji demê Meda heta niha bi qasî 2600 salan, perwerde bi awayekî bi rêkûpêk nehatiye dayîn. Dibêjin eger zimanek 600 salan lêkolîn neyê kirin, perwerde pê neyê dayîn wê winda bibe. Zimanê Kurdî ev 2600 sal e hê jî weke xwe ye û li ser lingan e. Hûn zanin sedemê wê çiye? Zimanê Kurdî kok e. Zimanê Kurdî jiyan e. Eger em bi zimanê Kurdî ne hizirin, ne axivin û nejîn, lêkolîn nekin, zanistê pêş nexin, em ê di asteke mezin de rastiya xwe yên jiyanê winda bikin.”

‘LI RASTIYA ZIMAN NEYÊ NÊRÎN, MIROV WÊ RASTIYA JIYANÊ Û ÇANDÎ YA KURD WINDA BIKE’

Lêkolerê Zimanê Kurdî diyar kir ku Zimanê Kurdî zimanê jiyanê ye û hemû formên civakê lê hatine barkirin û ev nirxandina kir: “Jiyan li zimanê Kurdî hatiye bar kirin. Nimûn e; tîpa ‘X’ di Kurdî de ax e, tîpa ‘W’ war e. Dema hevdengên X û W hatin ba hev û dengdêra ‘e’ ya çêker lê zêde bû dibe ‘XWE’, ango yê xwe, cewher. Eger kesek, mirov û gelekê ax û warê xwe winda kiribe, wê demê xwe winda kiriye. Bê xwedî ye. Dema em wiha lê nenêrin, em dibin ayîdê yeke din û rastiya jiyanî ya çandî ya Kurdî winda dikin.

‘MIROVÊ ZIMANÊ XWE WINDA KIR, XWE WINDA DIKE, NIKARE HÎS BIKE’

Gabar diyar kir ku divê her kes bi zimanê xwe û Kurd jî bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bike û wiha got: “Tu nikarî ji bo Kurdan bi zimaneke din hûner û wêjeyê bikî. Ev enceq bi zimanê wî gelî çêdibe. Divê em zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin. Serok Apo dibêje; ‘Kesê rastî asîmlasyonê hatî, heywanê bi rengê mirov e’. Mirovê zimanê xwe winda kirî, di astekê de asîmle bûye, mirovên bi zimanê xwe nefikire, di astekê de asîmle bûye. Xwe winda kirine, nikarin hîs bikin. Li vir hîskirin girîng e.”

‘ASÎMLASYONÊ WISA KIRIYE, LI BER XAYÎN Û DIJMINAN BERTEKA RAST RABER NEKIN’

Lêkolerê Zimanê Kurdî û Nivîskar Hawar Gabar bal kişand ser bandora asîmlasyona li ser ziman û texrîbatên mezin bi xwe re tîne û wiha domand: “Difikirim çima em ji xayîna re wisa vekirî bêjin xiyanekar û ji berxwedêran re jî bêjin berxwedêr. Çima em di navberê de diçin û tên. Ji ber vê şêlotiya di mejiyan de pêk hatî, encamên asîmlasyonê ye. Hîs nake. Yek diçe bi dijmin re tevger dike û birayê te dikuje, yê din birayê te ye ji bo parastina nirxên welat li ber xwe dide; mirov dimîne navê de tam a rast û dirûst pênaseya vê nake, qala bira û Kurdbûnê dike. Ma wisa dibe? Bandora asîmlasyonê ya li ser mirov nahêle ku rast vê hesta xwe derxîne. Kîna xwe ya li hember xayîn û dagirkeran derxînî.

‘AX Û WAR WINDA BÛ, XWE WINDA DIKÎ’

Binêrin bapîr û dapîrên me berî bi sed hezar salan gotine; ax-war encama xwebûne. Dema te ax û warê xwe winda kir, tu xwetiya xwe winda dikî. Tu êdî nabî yê xwe. Kê/î ax û warê te dagir kirine, ew xwediyê te ne.

‘ZIMAN WINDA KIR, DIBÎ YEKE DIN, DIBÎ YÊ XWEDIYÊ XWE’

Eger ku evqas pirsgirêk hene, ziman nayê hîskirin. Dijmin êrîş dike, xayîn hevkarin û her tiştî dike; zarokên me dikuje, welat difiroş e li ber vê kîneke me ya dijwar dernakeve. Ev ji nehîskirina ziman û asîmlasyonê tê. Di astek mezin de ji windakirina ziman tê. Dema zimanê xwe winda dikî, êdî tu ne xwe yî. Tu dibe yê xwediyê xwe. Tu yê kê be, wekî wî/ê difikirî, dihizirî û çavê wî temaşe dikî. Cilê wî li xwe dikî, aşiqê wî dibî. Her tiştê wî pêk tînî. Ji bo wê divê em Kurd li ber asîmlasyonê baldar bin. Li ber windabûna ziman li ber xwe bidin. Bi kîn bin. Ziman winda bikî her tiştê xwe winda dikî.”

ZIMAN DÎN, BAWERÎ, JIYAN E; YA KURDAN LI SER LINGAN DIHÊLE ZIMAN E

Herî dawî Gaber bang li her kesê Kurd kir ku zarokên xwe bi zimanê zikmakî Kurdî mezin bike û wiha pêde çû: “Divê em zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin, hîs bikin. Mezin lêkolîn li ser ziman bikin. Civaka me ya Êzidî dema qala ziman dikir digot; ‘qey we dev ji dînê xwe berda ye’, ji bo wê ziman dîn û baweriya Kurdan e, jiyan e, ya Kurdan li ser lingan dihêle, ya Kurdan weke Kurd di qada dîrokî de dihêle ziman e.”