Lehengtiya heqîqet û azadiyê

Vîna ku xwe bi cewher kiriye di rastiya jiyana PKK’ê de derdikeve holê. Di şexsê van lehengan de, rêya rast û eşqa azadiyê mirov bi awayekî hîn şênbertir dibîne. Îro jî bi lehengtiya van re, têkoşîn û berxwedan didome.

Gerîla Sîdar Zîlan bi navê xwe yê rast Xelîl Zezrob di sala 1994’an de li Helebê ji dayîk dibe. Di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Di zaroktî de partiyê nas dike û ji nêz ve tevgerê dişopîne. Bi taybet bi şoreşa Rojava re, bi awayekî aktîf tevlî xebatên ciwanan dibe û cihê xwe di gelek çalakiyan de digire. Bi cîhgirtina xwe di nava vê xebatê de, hîn zêdetir xwestekên wî tevlîbûna gerîla tê pêşxistin. Gerîla Sîdar Zîlan di sala 2012’an de tevlî dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Piştî hatina xwe ya çiya perwerdeya xwe li Garê dibîne û cihê xwe di saziya Hêzên Taybet de digre. Li vir hîn zêdetir îddîa û lêhûrbûnên wî di xeta fedayîtiyê de tê avakirin. Gerîla Sîdar ji her demê zêdetir û aktîftir xwe tevlî jiyanê dike û tevlî dibe. Di jiyana gerîlatiyê de, tişta ku herî zêde li ser bandor kiribû jî hevaltiya di nav PKK’ê bû. Ev yek di jiyana wî de her bûye rênîşana rêya rast û xwe lêgirtinê. Ji bo vê ji her demî zêdetir xwe bi vî ruhî mezin kiriye û têkoşiyaye. Bi salên têr û tijî bi têkoşîn û bi vîna berxwedaniyê re di gerîlatiyê de jiyan û mezin bû. Gerîla Sîdar Zîlan di encama qezayekê de, di sala 2022’an de tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bû.

‘DI NAV PKKÊ DE MIN XWE DÎT Û NAS KIR’

Gerîla Sîdar Zîlan di nava nirxandinên xwe de bal kişandiye ser jiyana PKK’ê û bandoriya wî li ser kesayet û wiha tîne ziman: ‘’Di nava jiyanê de her tim rêyeke ku min ji xwe re hilbijarta hebû.  Ji ber yekser tercîhkirina xeta azadiyê şertekî bû ku min ji xwe re esas bigirta. Ji ber rastiya ku di Kurdistanê dihat jiyankirin li ber çavan bû. Ev yek hîn zêdetir min nêzî xeta rûmetê dikir û di dil û mêjîyê min de hestên welatparêziyê xurtir û mezintir dikir. Ji bo vê her çiqasî asta qirkirina çandî û asimilekirina cihê ku min lê jiyan dikir hebû jî, di ruh û mêjiyê min de kurdîtiya ku min nedikarî jê biqerim jî, her hebû. Bi taybet di rojavayê Kurdistanê de qirkirineke wisa dihat jiyîn. Ji aliye rejîma heyî de, ji bo ku mirov dahilî vê yekê bibe, bi her awayî rê û rêbazên cûda dihatin bi karanîn. Lê bi ti awayî min nedikarî, jiyanekî bi vî awayî qebûl bikim. Her tim xwestek û xeyalên min ew bû ku ez di jiyaneke azad de bijîm.’’

Gerîla Zîlan di dewama nirxandinên xwe de bal dikşîne ser xweşikbûyîna jiyana gerîla û hezkirinên ku di wî da avabûyî wiha tîne ziman: ‘’Ji ber tevahî xweşikbûyîn û nirxên mirovahiyê di hûndirê wê de heye. Ev yek jî hezkirina welat û girêdanên bi nirxên heyî re ava dike. Ji ber di rastiya tevgera PKK’ê de, vegera cewher û nasnameya xwe ya dîrokî bi destxistin heye.  Min jî nasnameya xwe di tevgera PKK’ê de dît û nas kir. Ji bo vê eşqa min a ji jiyanê re bê sînor dihat jiyankirin. Û ez niha bi eşqa welat, bi eşqa jiyanek azad dimeşim.’’

PÊNASEKIRINA HEVALTIYÊ TÊ WATEYA XWEPÊNASEKIRINÊ

Her wekî din Gerîla Sîdar Zîlan di dewama nirxandinên xwe de, qala hevaltiya PKK’ê û asta bandoriya wê tîne ziman. ‘’Yê ku PKK kir PKK jî ruhê rêhevaltî bû. Ji ber Rêber Apo jî ev tevger ji bo bîranîna Şehîd Heqî Karer ava kir. Xwedî li hevaltiyê derket. Hevaltîya rast pîroz  û mezin kir. Di wir de xûya dibe ku ruhê hevaltî yê PKK çiqas xurt e û nemir e. Min jî bi dilsoziya armanc û hevalên xwe berê xwe da saziya hêzên taybet. Li vê derê armanca min ew e ku, ez her kêliya jiyanê bi hest û fikrên Apoyî bilind bikim. Nirx bidimê û hêjabûna wê bijîm. Niha gelekî kêfxweş im ku ez di nava refên cangoriyan de me. Em li vir behsa tenê candayinê nakin. Em di oxira bawerî û armancê xwe de ruhê xwe, giyana xwe feda dikin.’’

Gerîla Zîlan di dawiya nirxandinên xwe de, behsa şerê ku tê meşandin dike û îdayên xwe li hemberî wê tîne ziman. ‘’Niha li ser min jî barên giran hene. Ez van baran bi hezkirin û manedayîna jiyanê siviktir dikim. Niha çar aliyên Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî dijwar û berxwedaniyek payebilind heye. Hevalan gelek berpirsyartî dane pêşiya me. Ji her tiştî wêdetir gerek em qet nehêlin dijmin bikeve ser axên ku em niha lê ne. Ev der warê şoreşan e. Parastina her bihustek ji vê axê ji bo me meseleya rûmetê ye. Diyar e wê şer girantir bibe. Wê êriş zêde bibin. Em jî niha gelek amadekariyan dikin, ez bi xwe jî, ji têkoşîneke xurt re amade me. Ez ê hevalê xwe biparêzim, axa xwe biparêzim rûmeta me biparêzim. Divê ez jî bibim parçeyek ji vê rastiyê û para min jî di nava xwîn, xwêdan û di wê serkeftinê hebe.’’