BI DÎMEN

Lehengên biçûk: Zarokên Eyn Îsa

Zarokên bajarokê Eyn Îsa bi hemû derfetên xwe, ku tenê tasek ava hênik dikarin bidin, alîkariya koçberên ji Reqayê direvin cihên ewle dikin.

Piştî 3-4 saet şopandina rewşa koçberên Reqayê ku li kampa nêzîkê bajarokê Eyn Îsa bi cih bûne, em di rêya xwe ya vegerê de rastî van dîmenên bedew hatin. Di destpêkê de me bi kûrahî fêm nekir ku di kolana sereke ya Eyn Îsa de çi diqewime. Hejmarek zarok bi cilên reng bi reng li kêleka rê sekinî bûn û kaseyên avê didan destê her kesê ku li wir derbas dibû. Me wesayîta xwe rawestand û em nêzîktir bûn.

Ew zarok, zarokên bajarokê Eyn Îsa bûn û koçber jî ên ji Reqayê bûn. Toz û dûmana çola Reqayê hê li ser rûyê wan bû, westandinek bê hed û endaze ji çavê wan dihate xwendin. Balkeşiya mijarê ev e ku zarokên Eyn Îsa bi xwe şer dîtine, ew jî ji zilm û terora DAIŞ’ê hatine xilaskirin û niha bi hemû derfetên xwe ku tenê kaseyek av e alîkariya koçberan dikin. Heta ji bo kêliyekî kurt jî dibe, bila êş û derdên xwe ji bîr bikin.

Weke ava ku didin koçberan, dilê zarokên Eyn Îsa zelal e. Me piştre zanî ku kesekî ji wan re negotibû vî karî bikin. Ji ber xwe ve rawestgeheke demkî li ser rê çêkiribûn. Merwe, Nûra û Eyde ku di nava wan zarokan de pêşeng bûn ji me ra axivîn û hestên xwe yê zarokane wiha anîn ziman: "Em li vir sekinî ne ku pêşwaziya koçberên Reqayê bikin û av û xwarinê bidin wan."

Gelek aliyên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de ji bo rizgarkirina gel û bajarê Reqayê ji Mijdara 2016'an ve di nava liv û tevgerê de ne, bêguman zarokên Eyn Îsa di vê têkoşînê de para xwe girtine. Tevî temenê xwe yê biçûk, ew lehengên mezin ên vî şerî ne.

Hêjayê gotinê ye ku hejmara koçberên Reqa û derdorê wê 100 hezar derbas kiriye û li gor texmîna Meclîsa Sivîl ya Reqayê bi deh hezaran koçberên din hê di rê de ne. Di vê navberê de Meclîsa Reqa û saziyên sivîl ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bangawazî li tevahî dezgehên alîkariya mirovahî yên navneteweyî dikin ku alîkariya xwe pêşkeşê lehiya koçberan bikin û nehêlin trajediyek mirovahî li Reqa rû bide.