Lêgerîna Malbata Şenyaşar a li edaletê dewam dike

Emîne Şenyaşar ku parêzvanên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î hevser û 2 kurên wê kuştin, wê bi serdana rêxistinên civakî yên sivîl lêgerîna xwe ya li edaletê dewam bike.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di pêvajoya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin û di encama êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û du kurên wî jiyana xwe ji dest dan. Hevjîna Esvet Şenyaşar, Emîne Şenyaşar bi daxwaza edaletê berê xwe da Enqereyê. Emîne Şenyaşar û lawên xwe wê hefteyek serdana saziyên fermî û rêxistinên civakî yên sivîl bikin û daxwaza piştevaniya edaletê bikin.

'EM Ê BEHSA ZILMÊ BIKIN’

Ferît Şenyaşar têkildarî mijarê axivî û êrişa li dijî malbata xwe bi bîr xist û wiha got: "Malbata Parlamenterê AKP’ê di pêvajoya hilbijartinê de êrişî ser dikana me kirin, bavê min û du birayê min li dikanê û li ber nexweşxaneyê qetil kirin. Hema bêje du sal û nîv bi ser bûyerê re derbas dibe. Fişarên siyasî yên li ser darazê didome. Dema em pirsa wê biryara nepen kengê ji ser dosyeyê rabe dikin, dozger dibêje 'têkildarî nexweşxaneyê rewşek bi guman nîne. Ji ber vê yekê wê biryara nepen bidome'. 27 meh in birayê min di hucreyek yek kesî de tê ragirtin. Xala 25'an a TCK’ê vekirî ye. Li şûna ku ji vê yasayê sûd werbigire were berdan, lê ji ber sepanên kêfî hêj girtî ne. Em ê vê bêhiqûqiya li dijî me pêk tê veguhezînin Enqereyê. Em ê li deriyê saziyên fermî û rêxistinên civakî bixin. Em ê zilma li me hatiye kirin û tê kirin vebêjin."