Lawrence: Ew niha li dijî dîktatorekî şer dikin

Wênevanê Kanadayî Joey Lawrence wêneyên ku li Rojava, Şengal û Mexmûrê kişand di pêşangehekê de nîşan da. Wêne qala zilm, berxwedan û çîrokên însanî dike.

Ajansa Wêneyan a Metro ku li gelek deverên Başûr kar dike, di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de li Silêmaniyekê pêşangeheke wêneyan amade kir. Cihê pêşangehê Emne Sureke bû, ku di dema Saddam Huseyîn de yek ji navendên zindan, êşkence û darvekirinê bû û piştî raperîna sala 1992'an hate bidestxistin û bû muze. Di pêşangehê de wêneyên wênevanê Kanadayî Joey Lawrence hatin nîşandan. Lawrence li gelek deverên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêneyên şervanên YPG, YPJ û QSD'ê, li Şengalê drama şêniyên ji ber êrişên DAÎŞ'ê koç kirin, wêneyên şervanên YBŞ û YJŞ'ê û gerîlayên HPG'ê yên li Kerkûk û Mexmûrê kişand.

LAWRENCE: NIHA LI DIJÎ DÎKTATOR ERDOGAN ŞER DIKIN

Lawrence der barê qada pêşangehê û wêneyan got, "Em niha li Girtîgeha Emne Sureke ne. Ev girtîgeh devereke navdare ku bi êşkenceya xwe ya li dijî Kurdan û mehkûmên Iraqî deng vedaye. Kurdên li Başûr şoreşa xwe pêk anîn û dîktatorekî mîna Saddam têk birin. Şervanên li nava van wêneyan niha li dijî dîktatorekî din, li dijî Erdogan şer dikin. Em serbilind in wêneyên van şervanan nîşan didin û balê dikişînin ser rewşa li Rojava."

HATINEYA WÊ WÊ BIDE HEYVA SOR

Lawrence der barê hatineya pêşangehê û karpostalên bên firotin got, "Bi pereyê ji vê deverê bê wergirtin em ê alîkariyê bidin Heyva Sor ku saziyeke alîkariyê ya Kurd e. Heyva Sor yek ji wan rêxistinên alîkariyê ye ku min li Rojava gelek caran dît û li herêmê kar dike. Ew alîkariyê bi sivîlan re dikin û ji ber vê yekê her tiştên li vir bifiroşim ez ê bidim wan. Xebatkarên Heyva Sor dibin hedefa Tirkiyeyê, ji aliyê komên bi piştevaniya Tirkiyeyê tên kuştin, bi êrîşên hewayî tên kuştin. Ew lehengên Rojava ne."

BI HEZARAN KESÎ SERDANA PÊŞANGEHÊ KIRIN

Rêveberê Metrografî Ahmed Necîm diyar kir ku pêşangeh wê heta 11'ê Mijdarê bidome. Necîm anî ziman ku di nava hefteyekê de bi hezaran kesî serdana pêşangehê kirine.

Necîm got, wêneyên ku Joey Lawrence kişandiye mîna berhemeke hunerî ne û diyar kir, "Kesên tên serdana pêşangehê hestên xwe jî tînin ziman. Mirovên tên serdanê dibînin ku yên li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kirin kî ne û bi rêzdarî nêzî wan dibin."

'ÊŞ JÎ HEYE, HÊVÎ JÎ'

Ji ciwanên serdana pêşangehê kirin Pesend Huseyîn got, "Pêşangehê li Başûr bi taybetî li Silêmaniyeyê deng veda. Lewma me jî tevî hevalên xwe xwest ku lê b igerin. Joey Lawrence bi wêneyên şervanên YPG û YPJ'ê yên li dijî DAÎŞ'ê şer dikin hestên xwe nîşan da û xwest em jî heman tiştî bibînin. Ya ku herî zêde bala min kişand wêneyên Êzidiyan bû. Herî zêde Êzidiyan zerar ji DAÎŞ'ê dîtin. Gundên wan, bajarên wan ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin xerakirin. Malên wean hatin desteserkirin. Keçên wan, jinên wan hatin revandin. Neçar man ku ji xaka xwe koç bikin. Di rûyê her kesên di wêneyan de hêvî heye."