Kûtlû: Bêdengî bidome wê encam ji bo her kesî giran be

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, divê ev bêdengî êdî bi dawî bibe, naxwe encam wê ji bo her kesî giran be.

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî grevên birçîbûnê da û xwest, ev bêdengî êdî biqede naxwe wê encam ji bo her kesî giran be. Kûtlû pirsa "Hûn li ku ne?" li parêzvanên mafên mirovan kir.

'DEMA MIJAR KURD BIN, XWE KER Û KOR DIKIN'

Kûtlû got, "Ez mirovek, jinek dixwazim vê bipirsim; çima her kes li pêşberî me bêdeng e? Gelo ji ber ku jin e? Ji ber ku dayik e? Ya jî ji ber ku Kurd e? Hîn di destpêka vê têkoşînê de eşkere bû; eger em bi ser bikevin jî em bi tenê ne, em têk biçin jî em bi tenê ne. Lê belê em ê wan kes û saziyên ku bi navê mafên mirovan tevdigerin, lê bêdeng in, ji bîr nekin.

Dixwazim ji van mirov û berpirsyaran bipirsim; çima me nabînin, hûn çima nabihîzin? Divê careke din bê zanîn ku Leyla pêşengekeke gel e."

Kûtlû diyar kir, bûye ku êdî ew ji mirovbûnê şerm bikin û got, "Ev bêdengî di dema hovîtiya Cizîrê de tê bîra me. Ji bo careke din ev yek neqewime, divê em bibin yek. Tecrîd ji wê rojê ve didome. Her tişt bi hev ve girêdayî ne. Dema ku mijar em bin, kor dibin, lal dibin, ker dibin. Êdî bes e, vê qîrîna me bibihîzin!"

'DIVÊ KURD HEMÛ BIBIN YEK'

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû destnîşan kir ku çareserî bi yekîtiya Kurdan dibe û got, "Eger em bibin yek, em têra xwe dikin. Eger em li Ewropa, Başûr, Rojhilat û Rojava li her derê bibin yke, wê nikaribin xwe li pêşberî me ker bikin. Grevên birçîbûnê li asteke krîtîk e, lewma divê bi lezgînî kar bê kirin. Eger tiştek bi hinekan bê, hinek jiyana xwe ji dest bide, wê çaxê ti wateya gaveke bê avêtin namîne. Bang li her kesên ku ji xwe re dibêjin, 'Parêzvanê mafên mirovan im' dikim ku êdî bikevin nava liv û tevgerê!"