Kurê xwe yê ku ji îşkenceyê nas nekirî bi şahnika wî nas kir
Hakki Tûrgay ê PKK’yî ku li Elihê bi birîndarî hate girtin, piştî îşkenceya bi rojan bêyî ku were dermankirin birin girtîgehê. Dayik Tûrgay got ji ber pir îşkence li kurê wê kiribûn kurê xwe nas nekiriye, lê bi şahnika wî ew nas kiriye.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
şemî, 11 reşemiyê 2017, 11:00
PKK’yî yê bi navê Hakkî Tûrgay 24’ê Kanûnê li gundê Zeve ya girêdayî Heskîfa Êlihê bi birîndarî hate girtin. Êşkenceyeke giran li Tûrgay hate kirin. Turgat ji ling û serê xwe birîndar bû û bi rojan cihên ku birîndar bûn bi îşkenceyê hatin tehrîbkirin, piştî ku di îşkenceyê de hiş jê diçe wî radikin nexweşxaneyê. Ji hêla Wezareta Karê Hundir ve girtina Turgat weke ‘’PKK’yîyekî bi asta bilind ku di lîsteya gewr de cih digire’’ hate vegotin. Tûrgay piştî ku demeke kurt li nexweşxaneyê ma şandin girtîgehê û tedawiya wî nayê kirin. Dayik Zînet Tûrgay got kurê wê ji ber ku pir îşkence lê hatibû kirin nas nekiriye û ji bo ku tedawiya wî were kirin xwestin ku wî bibin nexweşxaneyê.
ÎŞKENCE LI BIRÎNÊN WÎ JÎ KIRIN
Dayik Tûrgay got ku e bi salan e ji kurê xwe agahî nestandibû û got, piştî ku 25’ê Kanûnê Wezareta Karê Hundir nûçeya ‘’PKK’yîyekî bi asta bilind hatiye girtin’’ hîn bûye ku kurê wê hatiye girtin. Tûrgay diyar kir ku 5 5ojan îşkence li kurê wê kirine û wiha got: ‘’Bi rojan îşkence li kurê min kirine. Piştî ku di êşkencê de hiş jê diçe wî radikin nexweşxaneyê. Bêyî ku kurê min ê ku ji lingê xwe û serê xwe birîndar e derman bikin, bi lez derxistin dadgehê û ew girtin, birin girtîgehê’’
Dayik Tûrgay hevdîtina xwe ya bi kurê xwe re ya li Girtîgeha Êlihê veguhazt û got: ‘’Min kurê xwe nas nekir. Bi îşkenceyê kirine halekî. Min kurê xwe yê ku ew anîbû dinyayê, mezin kirî, ji şahnika ser rûyê wî nas kir. Ez hovîtiya ku li kurê min hatiye kirin nikarim vebêjim. Bi birîna lingê wî û serê wî lîstine. Ez ê gilhê wan kesan bikim ku ev hovîtî kirine.’’
‘DIVÊ KURÊ MIN LI NEXWEŞXANÊ WERE DERMANKIRIN’
Tûrgay diyar kir ku kurê wê nehatiye dermankirin û wiha şandine girtîgehê û got, rewşa kurê wê ber bi nebaşbûnê ve diçe. Dayika Tûrgay got divê demildest kurê wê rakin nexweşxaneyê û derman bikin. Dayika Tûrgay got kurê wê niha bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne û got di mijara tedawiyê de tiştek nayê kirin.