‘Kurdên Kerkûkê bi coşeke mezin diçin ser sindoqên dengdanê’

Li Kerkûkê her ku diçe navendên dengdanê yên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê qerebalixtir dibin.

Îro saet di heştê sibehê de navendên dengdanê ji bo Hilbijartinên Encumenên Parêzgehên Iraqê ji dengderan re vebûn. Xelkê Kerkûka başûrê Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî diçin navendên dengdanê û bi coşeke mezin dengên xwe bi kar tînin.

Hilbijartinên encumenên parêzgehan piştî 18 salan yekem car e ku li Kerkûkê tên kirin ûli bajarê Kerkûkê mafê dengdanê yê mîlyonek û 153 hezar kesan heye, lê belê 868 hezar û 901 kes xwedî karta elektronîk in û dikarin deng bidin.

Hunermendê ji bajarê Kerkûkê Umere Dirêj li ser beşdarbûn û girîngiya hilbijartinê ji ANF’ê re axivî û got: “Ez ev qas dibêjim, Kurdino, merdino, em destê xwe bidin hev. Bijî Kerkûk, bijî Kurdên Kerkûkê û hemû Kurdên dilsoz. Ez hêvî dikim hemû Kurd biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin. Kesekî 111 salî hatiye ku dengê xwe bide. Pêwîst e ciwan jî werin û dengên xwe bidin. Ji ber ku îro rojeke çarenûssaz e ji bo me.”

Bitementirîn hilbijêrê Kurd Mela Behadîn ku 111 sal temenê wî heye, beşdarî dengdana îro bû û helbesta Hêmin Mukiryanî ya “Ez Kurd im” xwend. Mela Behadîn bi rêya ANF’ê bang li hemû Kurdan kir ku beşdarî hilbijartinê bibin û got: “Şerm e ku xelk neyên û beşdarî hilbijartinê nebin. Şermeke mezin e ji bo her Kurdekî ku îro dengê xwe nede.”

Jina bi navê Kurdistan Azad ku jineke astengdara fîzîkî ye, hat û dengê xwe da û peyamek arasteyî Kurdên Kerkûkê kir û ragihand: “Ez daxwazê ji hemû kesan dikim ku bila bi moraleke mezin werin û dengên xwe bidin.”

Hêjayî gotinê ye ku li seranserî Iraqê 15 mîlyon û 108 hezar û 135 kes xwedî mafê dengdanê ne û dikarin li 42 hezar û 666 navendan dengên xwe bidin.