Kurdên Anatoliya Navîn statûyê dixwazin

Berdevkê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn- Ewropa (PKAN –E) Ahmet Gezer got ji bo ku ew bi çanda xwe bijîn, ji bo Anatoliya Navîn statûyê dixwazin.

Berdevkê PKAN-E’yê Ahmet Gezer got ji bo ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk bikaribin ziman û çanda xwe bijîn têdikoşin û got, ‘Em dixwazin çand, nasnameya xwe ya Kurd bi azadî bijîn. Bi rengekî vekirî em ji bo Anatoliya Navîn statûyê dixwazin.’’

Kurdên Anatoliya Navîn yên ku li Ewropayê dijîn di bin banê PKAN-E’yê de rêxistinî dibin. Saziya ku navenda wê li Goteborg a Swêde li 8 welatên Ewropayê rêxistinbûyî ye. Her wiha li Hollanda weqfa wê jî heye. Berdevkê PKAN-E’yê Ahmet Gezer got, beriya bi 300 salî Kurdên Anatoliya Navîn bi kotekî ji Kudistanê hatine derxistine û li gel vê jî wan çand û zimanê xwe parastiye.

50 SALÊ DAWÎ ZEHMET BÛ

Gezer got Kurdên Anatoliya Navîn heta beriya bi 50 salî jî xwe parastine û got: ‘’Mixabin di van 50 salî dawî de rewş guheriye. Rengê hilberînê û jêderkên debarê guherîn. Koça ber bi Ewropa ve zêde bû, asîmîlasyona sîstemî ya dewletê zêdetir bû. Ev hemû jî dikin ku em em nikaribin bi hêsanî çand û zimanê xwe biparêzin. Niha arîşeya me ya herî giran asîmîlasyon e.’’

GIRINGIYA TÊKOŞÎNA KURD

Gezer got Kurdên Anatoliya Navîn bêhtir li Skandînavya û welatên Ewropaya Navîn dicivin û nifûsa wan bi piranî li Danîmarka, Swêd û Norwêçê ye. Gezer got têkoşîna rizgariya netewî li pêş asîmîlasyonê bûye bendeke qeyîm û got: ‘’Nifşê sêyemîn zêdetir polîtîk bûye. Li gel ku li Ewropa perwerde dibin jî li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin. Lê em nikarin bibêjin bi tam baş bûye.’’

ARÎŞEYA XWEMALÎBÛNÊ

Gezer got ji Kurdên ku li Kurdistanê dijîn arîşeyên wan ên resentir hene û bal kişande ser ‘trans-koçberiyê’ ku vê weke pirsa xwemalîbûnê bi nav dike. Gezer wiha got: ‘’Di navbera Ewropa û gundên xwe de diçin û tên. Ji vir qut nabin lê Anatoliyê jî bernadin. Em xwe xwemalî deverekê nabînin. Em li Ewropayê dijîn, xeyala me ya siberojê ne diyar e lê cihên ku ev 300 sal in em lê dijîn bernadin, em malên nû çêdikin. Ev arîşeyên ku ji çûn-hatinê çêdibin, bandorê li hişmendiya me ya têkoşînê dike ku em nifşên nû bigihînin.’’

ARÎŞEYA ME NE BI GELAN RE LÊ BI DEWLETÊ RE YE

Gezer got 300 salî bi gelan re dijîn, ti arîşeya wan bi gelan re nîn e lê bi dewletê re heye û wiha domand: ‘’Ji ber ku dewlet li dijî me asîmîlasyona sîstemî û bi plan idke. Ji hêla dî ve jî li ser me zexta sosyal, çandî û siyasî heye. Di hilbijarinê de jî vîna me tam diyar nabe. Tirsa ‘ku tiştek bi serê min were,’’ ‘’siberoj wê çi bibe’ potansîyala me ya nêzî 50 ji 100’î bêkêr dihêle. Em nikarin çavê xwe li vê rastiyê bigirin. Divê dawî li van tiştan were Em jî dixwazin li herêma xwe bi Tirk, Tirkmen û Tataran re dixwazin di heman şerî de bijîn. Em dixwazin ku mafê me hebe ku em bikaribin nasnameya xwe ya Kurd, çand û zimanê xwe bi azadî bijîn. Ti Tirk naçe bi pereyan zimanê xwe hîn nabe. Bav jî di nav de hemû hewcehiyên welatîbûnê em pêk tînin, çima em li dibistana nikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin? Bi rengekî vekirî em ji Anatoliya Navîn statûyê dixwazin.’’