Kurdê ku 98 ji 100'î astengbûyî hate girtin

Serdar Yildirim ê ku 98 ji 100'î asteng bûyî 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate girtin.

Li Qoserê ya Mêrdînê Serdar Yildirim ê ku 98 ji 100'î astengbûyî 30'ê Kanûnê hate destgîrkirin. Diyar bû ku Daraza Bilind 12 sal cezayê girtîgehê yê bi henceta ''endamtiya rêxistinê'' lê hatibû birîn, pejirandiye. Yildirim bi kursiyê bi tekerlek birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

PRZ KUZU: NIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE

Parêzer Erdal Kuzu got miwekîliyê wî bi îfadeya şahidan hatiye girtin. Kuzu diyar kir miwekîlê wî bi serê xwe nikare lêzimiyên xwe bi cih bîne û got, ''Lêzimiyên wî hevalên wî yên koxuşê bi cih tînin. Ji bo vê  jî derfe tine ku li girtîgehê bimîne. Me serRî li Dozgeriya Înfazê da. Em li benda bersivê ne. Divê van çend rojan were berdan. An na ti hêla însanî tine ku ev mirov girtî bimîne.''