Kurd li dijî êrîşên dagirker ji bo helwesteke hevpar dicivin

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li dijî êrîşên dagirker ên Tirk 15'ê Gulanê wê komxebatekê organîze bike.

KNK'ê ragihand li dijî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê wê komxebatekê organîze bike.

KNK'ê ragihand êrîşên Tirk ne tenê li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê HPG-YJA Starê ne, armanc ji êrîşên Tirk dagirkirina Başûr e, her wiha destpêka êrîşê 24'ê Nîsanê bi bîr xist, got 24'ê salvegera qirkirina Ermenan e û peyama vê jî aşkere ye.

KNK'ê ragihand ji bo ku li dijî êrîşan û dagirkeriyê 'helwesteke netewî' derkeve holê, ji Kurdistanê û derveyî welêt ew ê bi nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurd, rewşenbîr, akademîsyen, nûçegihan, nûnerên dînî û nûnerên civakên din ên Kurdistanê re bicivin. 

Komxebat 15'ê Gulanê, bi saeta Ewropayê saet 10:00'an li ser Zoomê wê dest pê bike û heta saet 20:30'an bidome.

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar têkilî komxebatê got, ''Ji vê konferansê armanca me ew e ku raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê li dijî van êrîşên Tirkiyê hişyar bikin.''

Aydar diyar kir bêyî ku cihêtiyê têxin navbeyna wan wan hemû Kurdistanî û partî vexwendine û got, ''Me ji her pîşeyî şexsiyet vexwendin. Niha dema wê ye ku em li dijî dijmin bibin yek. Ji ber vê jî dema wê ye ku em li dijî êrîşên qirkirin rawestin. Heke em bi hev re tevbigerin em dikarin encamekê bi dest ve bînin. Em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku helwesta xwe diyar bikin. Ev konferansa helwestdanînê ye. Armanca me ev e.''