Kujerên Ahmet Gun hîn jî serbest in

Ji bilî cerdevanê teqawîtbûyî Enver Babat 3 kesên ku rêveberê DEM Partiyê yê bajarokê Sêgirkê Ahmet Gun qetil kirin, 9 roj in hîn jî nehatine girtin.

Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, endamê Meclîsa Şaredariya Bajarokê Sêgirkê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û rêveberê partiyê Ahmet Gun di 11'ê Kanûnê de tevî kurê xwe Abdûrrahîm Gun bûn hedefa êrîşeke çekdarî. Di êrîşê de ku li bejahiya gundê Talokayê hate kirin, Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da, kurê wî Abdûrrahîm Gun jî birîndar bû. Mahmût Gun ê bi wan re bû ji bûyerê filitî.

Piştî êrîşê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê de têkildarî cerdevanê teqawîtbûyî Enver Babat (60), Omer Yarar û cerdevan Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat biryara girtinê hate dayin. Cerdevanê teqawîtbûyî Enver Babat 11'ê Kanûnê hate binçavkirin. Li gorî agahiyan, Babat ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' hate girtin û ew şandin girtîgehê.

Lê belê tevî ku 9 roj di ser bûyerê re derbas bûne hîn jî her sê kesên din nehatine girtin.