Krîza aboriyê di meha Remezanê de girantir bûye

Aboriya Tirkiyeyê bi meha Remezanê re bêhtir nebaş bûye. Hem esnaf hem jî welatî ji vê rewşê bêzar in.

Sûka Aşevciyan a li navçeya Sûr a Amedê, yek ji cihên herî zindî yên aboriyê ye. Ev sûka destpêkê ya bajêr, bi demê re mezin bû û bi gotina esnafan mîna 'borsa'yê lê hatiye. Li vê sûkê ku berê mirov bi zorê li nav digeriyan, ji ber xizaniyê niha vala ye. Esnafên li bajêr dibêjin, hefteyê tenê rojekê dikarin kar bikin, rojên din jî bi destvala li mala xwe vedigerin.

Esnaf Kemal Osûn bal kişand ser pirsgirêkên xwe: "Hefteyê tenê rojekê kar dibe. Ji ber bûyerên dawî û bi destpêkirina meha Remezanê re em nikarin karekî bikin. Ji bo AKP'yiyan krîz nîne. Lê belê ji bo me esnaf an jî kedkaran krîz heye."

Kemal Osûn destnîşan kir ku ji bo mirov li ser krîz û xizaniyê nefikirin û neaxivin, hilbijartin xistine rojevê.

'EM TALAN KIRIN'

Esnaf Kemal Yavûz jî diyar kir ku sûk mîna berê nîne û got, "Em hatine wê radeyê ku nanê me jî li ber qedandinê ye. Ev hemû ji ber polîtîkayên hikumetê ne. Rewşa me ya berê ji ya heyî gelekî baştir bû. li Tirkiyeyê edalet nemaye. Dikan û xaniyê min şewitandin, lê çend sal in qurişekî jî nadin."

Yavûz bal kişand ser xizaniya welatiyan û got, "Mirovên me yên tên sûkê nikarin şimikeke ji 10 TL jî bikirin. Hêza aboriyê nemaye. Em rojê ancax bi 10-20 tiştekî difiroşin û bi vî rengî diçin malê. Gelo rewş wê heta kengî wiha be. Niha hatine boyax li sûka Sûrê kirine. Ev çi ye gelo? Em qedandin, em talan kirin."

'YA KU HIKUMET LI ME DIKE, ZILM E'

Esnaf Metîn Hocaoglû jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hikumeta AKP'ê yên li ser krîzê da û got, "Eger krîz tine be, wê çaxê ev çi hal e? Piştî ku ev kes (Tayyîp Erdogan) bû desthilatdar, rewş bi vî rengî bû. Mirov nema dikare zikê xwe têr bike. Mînak; ez nikarim qertên xwe yên krediyê bidim. Çekên me hemû vedigerin. Li sûka me 5-6 dikan hatin girtin."

Faîk Bekleyen jî got, "Hikumet çiqasî bêje 'krîz nîne' jî krîz heye. Pere bi mirovan re nemaye. Esnaf mîna berê nikarin kar bikin. Hikumet hewl bide vê binixumîne jî her tişt vekirî ye, tê dîtin. Ya ku hikumet li me dike, bi rastî jî zilm e."

Esnafekî din Abdullah Bayhan anî ziman ku ji bilî esnafan kes nayê dikanên wan û got, "Esnaf nikare heqê elektrîk û kirê bide. Bi zorê debara xwe dikin. Aborî niha hilweşiya ye."

Abdulselam Duz diyar kir ku beriya meha Remezanê karê wan nebaş bû û got, "Beriya çend salan ev der tijî bû, mirov nikarîbûn bigerin. Lê niha kes nîne. Êdî tehm li vê sûkê nemaye. Mazot bûye 6, dolar gihîştiye 5 lîreyî. û dibêjin 'krîz nîne'. Ji bo kesên dibêjin 'krîz nîne' bi rastî jî krîz nîne, lê belê ji bo xizan û feqîran timî krîz heye. Gelê me her tim xizan bû. Kar kêm bûye. Mirov êdî nikare tiştekî bikire." Duz her wiha diyar kir ku bi meha Remezanê re zem li her tiştî hate kirin.