Koordînasyona Krîzê ya KCD'ê bang li civakê kir

Navenda Koordînasyona Krîzê ya KCD'ê diyar kir ku hikumet bi xemsarî nêzî mijara vîrûsa koronayê dibe û bang li civakê kir ku dernekeve derve.

Navenda Koordînasyona Krîzê ku di bin sîwanê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li dijî şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) hate avakirin, peyamek bi dîmen weşand. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bi navê Navenda Koordînasyona Krîzê daxuyanî da.

'XEMSARIYA HIKUMETÊ BÛ SEDEMA ZÊDEBÛNA QURBANIYAN'

Aydenîz diyar kir, hejmara nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 ketine her roj qat bi qat zêde dibe û destnîşan kir ku civak li dijî vê yekê divê xwe biparêze û tevdîrên xwe bigire. Aydenîz nerazîbûn nîşanî hikumetê da û got, "Ji ber ku tevdîr eşkere nîne, ji ber ku bi rengekî wekhev ji bo her kesî derbas nabe û li gel nafikirin, qurbanî û nexweş roj bi roj zêde dibin."

'EM TÊRA XWE HENE'

Aydenîz bi bîr xist ku partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl di nava Navenda Koordînasyona Krîzê de hene û bang li civakê kir ku li gorî pêşniyar û hişyariyên navendê tevbigere.

Aydenîz diyar kir ku heta niha gelek caran felaket bi serê Kurdan ve hatiye û bi piştgiriya li hev ew ji felaketê rizgar bûne û got, "Dixwazim careke din bi bîr bixînim ku em têra xwe hene û dikarin ji vê şewbê rizgar bibin. Ya girîng ew e ku em hev bi vîrûsê nexînin, derdora xwe, hezkiriyên xwe, gelê xwe biparêzin."

BANGA JI BO DERNEKETINA DERVE

Aydenîz destnîşan kir ku tevdîra herî girîng a parastina ji şewbê derneketina derve ye û got, "Dibe ku em neçar bimînin derkevin derve, karê me yê lezgîn hebe. Lê belê ji bo vî karî, ji bo karên lezgîn heta ji me bê em kêm caran derkevin derve. Belê biryareke hikumetê ya qedexeyê heye. Lê belê ji bo mirovên di ser 65 salî û yên nexweşên kronîk e. Lê belê her kes dikare bi vî nexweşiyê bikeve. Lewma dema ku ne lezgîn be, dema ku karê me nebe bila kes dernekeve derve. Bi vî rengî em dikarin xwe biparêzin. Di vê pêvajoya zehmet de pêwîstiya me bi hev heye. Pêwîstiya me bi piştgiriya bi hev re heye. Gelê me heta niha cîranê xwe, derdora xwe bi tenê nehişt. Ji niha û pê ve jî wê bi tenê nehêle."