Konsolosê Tirk spasiya YNK'ê kir

Biryara YNK'ê ya li dijî Tevgera Azadî û RJAK'ê hem şaş e, hem jî herî zêde zerarê dide YNK'ê û karên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin. Vegera ji vê şaşitiyê wê ji bo hemû Kurdan baş be.

Rojên dawî li herêmên Başûrê Kurdistanê yên YNK lê serdest e, gelek buroyên Tevgera Azadî û RJAK'ê hatin girtin. Beriya her kesî dewleta Tirk a faşîst bi vê kêfxweş bû. Ji xwe di demeke kin de Konsolosê Tirk ji ber vê yekê spasiya YNK'ê kir.

Bêguman her Kurd meraq dike bê çima buroyên Tevgera Azadî û RJAK'ê hatine girtin.

Dewleta Tirk demeke dirêj e zextê li YNK'ê dike; ji bo ber bi aliyê xwe ve bikişîne û ji yekîtiya Kurdan vegire, hin derfetan pêşkêş dike. Vekirina Balafirgeha Silêmaniyeyê, hatineyên aborî yên ji hin qenalên bazirganiyê, destûra vkeirina nûnertiya xwe li Enqereyê çend ji van e. Hewl dide bixe rewşa PDK'ê. Ji xwe di çapemeniyê de jî cih girt, ku li ser vê yekê bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin hatine kirin.

POZÎSYONA PDK'Ê

PDK di asteke bilind de bi dewleta TC a faşîst re xwedî têkiliyan e. Ji bo pêşî li têkiliyên madî veke, bêguman PDK li qada siyasî hin tiştan dide. Dewleta Tirk bê dawî li ser PDK'ê ferz dike ku pêşî li yekîtiya neteweyî ya Kurdan bigire û li dijî PKK'ê bisekine. Bêguman tawîzeke bi heman rengî der barê Rojava de jî ji PDK'ê dixwaze. Di berdêla van daxwazan de jî di serî de bazirganiya petrolê derfetên gelek qadên bazirganiyê dide. Ev têkiliya aborî gav bi gav gelek tiştan bi destê Tirkiyeyê û serkêşê wê Erdogan dixe.

DIXWAZE HEMAN KIRASÎ LI YNK'Ê JÎ BIKIN

Beşeke bi bandor a li nava YNK'ê jî dixwaze mîna PDK'ê xwedî heman qezenca malî be. Berdêla vê yekê ya heta niha tê dîtin, girtina buroyên Tevgera Azadî û RJAK'ê ye. Dewleta Tirk dibe ku bi dewamî ji YNK'ê bixwaze ku li pêşiya Tevgera Azadiyê bibe asteng, li dijî Rojava hevkariyê pê re bike, ya jî bêdeng bimîne û li Şengalê jî ber bi aliyê xwe ve bikişîne.

MODELA BEHDÎNAN Û EFRÎNÊ

Yên ku me li jorê qalê kir, dibe ku di qonaxa destpêkê de bên kirin. Li gorî kevneşopiya dewleta Tirk, her ku tawîzek girt hîn bêhtir xwe ferz dike, heta ku serî li yê hemberî xwe bitewîne û bike ku pê ve bê girêdan. Bi vê yekê re cih ji hevkariyê re nayê hiştin ku xwe bilivîne. Bi rola ku li Efrînê da ENKS'ê û bi rola PDK'ê ya li Behdînanê re hate dîtin, bê dewleta Tirk dagirkeriya xwe çawa mayinde dike. Dewleta Tirk hewl dide Kurdên ku di navberê de mane bi teslîmiyetê bi xwe ve girê bide. Kurdên ku nekariye teslîm bigire, nekariye bişibîne xwe û ji rastiya xwe dûr nexistiye, qebûl nake.

Ji Îttîhat Terakkî heta rejîma Kemalîst û rêveberiya faşîst Îslamî-Tirk a îro, dewleta Tirk Kurd ê 'mirî' dixwaze. Kurdên li Başûr bi pêvajoya referandûmê û jinûve dagirkirina Kerkûkê; Kurdên li Rojava bi dagirkirina Efrîn û derdora wê û guhertina nifûsa herêmê; Kurdên li Bakur jî bi şewitandin û hilweşandina bajarên Kurdan û hovîtiya li jêrzemînên li Cizîrê ev rastî careke din dîtin.

GELO JI BO YNK'Ê 'QEZENC' E?

YNK, kêm zêde heta niha cihê xwe di nava yekîtiya neteweyî ya Kurd de digirt û Kurd bi vî rengî zanin. Yek ji nirxên girîng ên Kurdan Mam Celal yekî bi vî rengî bû, lewma ne pêwîste ku bê nivîsandin. Her wiha Noşîrewan Mistefa ku bi salan yek ji pêşengên YNK'ê bû û piştre Tevgera Goran ava kir, ew jî yekî bi vî rengî bû. Eger YNK ji mîrateyek bi vî rengî dûr bikeve, gelo wê bi rastî jî tiştekî bi dest bixe yan na? Têkiliya bi dewleta Tirk a ku li dijî Îranê were bikaranîn, gelo wê bandoreke çawa li têkiliya Îranê ya bi YNK'ê re bike. Di vî warî de gelek xusûs dikarin bên destnîşankirin.

Biryara YNK'ê ya li dijî Tevgera Azadî û RJAK'ê hem şaş e, hem jî herî zêde wê zerarê bide YNK'ê û karên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd tên kirin.

EV RÊ RÊYEKE ŞAŞ E

Rêya herî rast ew e ku tevgerên li Kurdistanê difikirin, xwe ji helwestên zerarê bidin yekîtiya neteweyî ya Kurdan vegirin. Mafê her kesî ye ku nêrîn û polîtîkayên hinekî din nepejirînin. Lê belê li şûna zext û pêkanînan, bi rêbaza rexnekirinê ku ya herî hemdem e, ev yek dikare bi cih were anîn.

ŞAŞITÎ DIVÊ BÊ RASTKIRIN

Ji xwe li cîhanê ji Kurdan bêhtir pêwîstiya kesî bi demokrasiyê nîne. Demokrasî herî zêde ji bo Kurdan lazim e. Di rewşeke wiha de, zext û zordariya tevgereke Kurd li dijî rêxistineke Kurd û girtina buroyên wê, ne ya qebûlkirinê ye. Wezîfeya her demokrat û welatparêzekî Kurd e ku bixwazin, vê şaşitiyê rast bikin. Vegera ji şaşitiyê wê bi kêrî hemû Kurdan bê.