Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê : Em hîn zêdetir Rêber Apo bikin ê mirovatiyê

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê diyar ku armanca komployê ew bû ku Kurdan bê Rêbertî, nasname û statu bihêlin û got: “Em Bang dikin ku em hîn zêdetir Rêber Apo bikin ê mirovatiyê û berxwedaniya xwe kûr û mezin bikin û ber bi serketinê ve bimeşin.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê ji bo salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê ev hatin gotin:

“Em hêzên komploger û komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an de ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hate kirin, careke din bi kîn û hêrseke mezin şermezar dikin.

Di şexsê Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Viyan Caf, Zulkuf Gezer û hevala Zehra de, ku bi armanca protestokirina komployê û avakirina xelekek ewlehiyê ya saxlem li dora Rêber Apo bi ruhekî fedayî bedena xwe dan ber agir, hemû Şehîdên “Kes Nikare Roja me Tarî Bike” bi rêz û minetdarî bibîr tînîn û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînîn.

Em Rêber Apo ku di nava şertên esareta Îmraliyê de li hemberî êşkence, tecrîd û îzolasyona mitleq ku bi şeklekî sîstematîk di wê dema ji yekemîn roja vê komploya qirêj heya roja îro hatî tê ferzkirin, li berxwe dide, silav dikîn.

Di serî de hevalên li girtîgehan ku nêzî sê mehin di çarçoveya pêngava “Bese ji tecrîd û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye” de dest bi greva birçîbûnê kirine, berxwedanî û çalakiyên demokratîk ên gelê me û dostên wê li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dijîn pêşxistî bi kelecanê silav dikîn.

ARMANCA BINGEHÎN YA KOMPLOYÊ BÊ RÊBERTÎ, NASNAME Û STATU HIŞTINE

Armanca sereke ya kompoya navnetewî ya 15'ê Sibatê tam weke sedsalan 20'an bû ku dixwestin Kurdan di sedsala 21'ê de jî bêyî Rêbertî, bê nasme û bê statû bihêlin. Dixwestin ku sedsaleke dî bi gelê Kurd ê ku neteweyeke bêdewlet bû bidin windakirin. Lê hişmendiya nû û bêhempa ya berxwedanê ku Rêber Apo nîşan dayî, bi afirandêriya ramanî û hilberandêriya xwe û bi asta bilind a xwedîderketinê ya gelê me, armancên gemarî yên komployê hatine pûçkirin. Lê ev armancên komployê yên ku hatine pûçkirin, ji hêla hêzên komploger ve bi rengên nûjenkirî bi rê û rêbazên nû hewl tê dayin ku were domandin.

Rengê niha yê komploya navnetewî li Imraliyê bi rengê tecrîda mitleq û pergala êşkenceyê, li hemû Kurdistanê û Tirkiyê bi dijminatiya li Kurdan, li jinan, demokrasî û azadiyê, li derî sînor jî bi operasyonên dagirkeriyê û tevînavsînorê xwe kirinê didome. Sedema vê ya sereke ew e ku Rêber Apo li ber armancên vê kompoloyê serê xwe natewîne, ji bo gelê me, destkeftiyên netewî yên demokratîk û ji bo hemû mirovahiyê fikir û pergala civaka demokratîk a li ser azadî, wekhevî û xwîşk û biratiyê daniye û hêrsa wan li vê radibe. Her ku li ser hîmê fikirên afirandêr û ronîkirinê yên Rêber Apo destkeftiyên demokratîk ên netewî yên gelê mez zêdetir dibe û geştir dibe, her ku diqulibe ser pergala jiyana civakî û li nav hemû gelan dibe pêla hêviyê, li Imraliyê êşkenceya tecrîda mitleq ku bi rengekî sîstematîk diedome, hê bêhtir tê girankirin.

PERGALA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ YA LI IMRALIYÊ LI TIRKIYÊ KIRINE SIYASETA SERWER

Tecrîda mitleq û siyaseta êşkenceyê ku li Imraliyê bi rengekî sîstematîk tê domandin îro ji hêla hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ve li hemû Kurdistanê û Tirkiyê anîn halê siyaseta serwer. Bûye şêwaza sereke ya wê siyaseta ku faşîzmê li ser piyan digire. Kirinên faşîzmê yên rojane yê rejîma şerê taybet tenê bi Kurdan re, bi karker û kedkarên ku keda tê xwarin, bi bêkar û hejara re sînordar namîne. Li dijî hemû kesên ku serê xwe li ber natewînin, kabên xwe li ber naşkînin, hewl didin birûmet û serbilnd bisekinin, li dijî rewşenbîr, akdemîsyen, xwendkarên zanîngeha û lîsteyan, li dijî nûçegihan, nivîskar, dersorên çepgir-sosyalîst, femînîst, derdorên jinan ên têkoşer, bi kurtasî çi kesê ku li dijî rejîma şerê taybet a faşîst deng derdixin, ne razîne, bi reng û astên cuda her gav êrîşê tînin. Weke anî ser şaredariyên Kurdistanê QEYYÛMa qesrê tîne ser zanîngehên herî bijarte yên Tirkiyê, ji bo ku QEYÛM bîne ser weqf, komele, rêxistinên civaka sivîl xwedêgiravî qanûnan tîne, ji bo ku baroyan bi dest bixe guherînên bi rengê darbeyê li hiqûqê dike, li ser çapemenî û organên medyayê ferz dike ku şalavahiya desthilatê bikin û armanc dikin hemû civakê manîpule bikin. Yasa û Destûra Bingehîn a dewletê jî li gorî berjewendiya desthilatê bi cih tînin, li ser navê hiqûqê, hiqûqê binpê dikin, hiqûqa navnetewî jî binpê dikin.

HEMÛ KODÊN REJÎMA FAŞÎST DI SIYASETA TECRÎDA MITLEQ A IMRALIYÊ DE VEŞARTÎ NE

Hemû kodên kirinên faşîst ên berdest ên rejîma şerê taybet, di siyaseta tecrîda mitleq a Imraliyê de veşartîne. Ji vî alî ve êdî têkoşîna dijî tecrîdê ji mêj ve ye ji meseleya ku tenê Kurdan têkildar dike bihuriye, bûye meseleya hemû kesên ku li Tirkiyê dijîn. Jixwe êdî pir aşkere derketiye holê ku hawîrodaora êşkenceyê ya bi pergala Imraliyê û cografyaya Kurdistanê ji hêla rejîma şerê taybet a AKP-MHP'ê ve weke laboratuareke siyasî tê bikaranîn. Hemû neheqî, nehiqûqî, kirinên antî demokratîk ên faşîstî û siyaseta qirkirinê cara pêşî li Kurdistanê têne ceribandin. Her kirina faşîst ku dixwaze li Tirkiyê sazkar bikin pêşî li êşkencexaneya Imraliyê, piştre li cografyaya Kurdsitanê test dikin. Asta helwestê ya netewî û navnetewî dipîvin û dikin siyaseta serwer a giştî .Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne û li dij vê derkeve. Her kes divê zanibe zû dereng wê dora bigihije wan, li mînakên berbiçav binere û hay ji vê hebe. Ji ber ku heta ku kirinên neheq, nehiqûqî, bêdad, antîdemokratîk û qirker ên li ser Rêber Apo û Kurdan bidawî nebin, rejîma şerê taybet a faşîst ku Tirkiye kiriye nav pençeyên xwe wê li her kesî bide, biçewisîne û vîna wan bişkîne.

Doza Rêber Apo doza siyasî ya Sedsalê ye. Çareseriya wê jî wê bi rêyên siyasî û têkoşîna şoreşger be. Lê weke her doza siyasî, doza Rêber Apo jî aliyên xwe yên têkoşîna hiqûqî hene. Di serî de, weke cezayekî ji îdamê kambaxtir, demildest divê ''cezayê miebetê ya girankirî' ku li Rêber Apo hatiye birîn ji hiqûqa Tirkiyê were avêtin. Ji ber ku 'cezayê miebetê yê girankirî' ji hêla rejîma şerê taybet a mêtinger, qirker ve, 'Ji bo Rêber Apo bi taybetî hatiye îcadkirin'. Ev ceza pêşî li Rêber Apo hatiye birîn û piştre li ser bi sedan girtiyê siyasî ev ceza hatiye bicihanîn. 'Cezayê miebetê yê girankirî' di hiqûqa navnetewî de nîne û ji hêla DMME'yê ve weke 'êşkenceyê' hatiye pênasekirin. Ev cezayê eşkenceyê ya ku li ser Rêber Apo hatiye tescilkirin bi ti awayî nayê qebûlkirin û li gel hedfên siyasî û şoreşger ên pêngava 'Niha Dema Azadiyê ye'' ku, di nav hedefên wê yên hiqûqî de ye.

Bi bêdengmanê ji bin ve desteka hêzên navnetewî ya li tecrîdq mitleq û êşkenceya li Imraliyê ku rejîma şerê taybet a AKP-MHP ya faşîst bi cih tînin, bi wê sedemê ye ku Rêber Apo bi navê mirovahiya demokratîk rê li geşedanên mezin vekiriye. Hêrsa wan li wê ye ku di nav fikra modernîteya demokratîk de, projeya Neteweya Demokratîk weke modêla civaka konfederal a demoktîk bûye xwedî derfeta jiyanê. Ji ber vê, hêzên hegemon ên navnetewî, li dijî operasyonên dagirkirin û îmhakirinê yên dewleta TC'ê ya qirker û mêtinger ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûr bêdeng dimînin.

RÊBER APO RÊBERÊ RIZGARIYA MIROVAHIYÊ Û DEMOKRATÎK E

Rêber Apo şertên girtîbûnê yên bi êşkence ên li Imraliyê bi hêza ramanê têk biriye, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk a li ser azadiya jinê ava kiriye, di serî de gelê Kurd, diyarî hemû gelên çewisandî yên Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye. Ev geşedana diyaletkîk ku Rêber Apo dijî, berzbûna bêhempa ya maneyê ye. Her ku ev asta ramana bêhempa ya li nav şertên êşkenceya tecrîd a mitleq derketî holê were wergerandin û bihihije ber destê gelan û mirovahiyê, rê li ber xwedîderketineke mezin vedike. Her ku Modernîteya Demokratîk, civaka demokratîk, fikra jina azad nas dikin, li bara Rêbertiya me sempatiyeke mezin a gelan çêdibe. Ji ber vê di serî de jin, hemû civakên çewisandî yên demokratîk Rêber Apo ne tenê weke rêberê civakeke li ber qirkirinê lê weke rêberê mirovahiyê dibînin û weke rêberê rizgariya demokratîk dibînin û wiha lê xwedî derdikevin. Li dijî modernîteya demokratîk fikra Modernîteya Demokratîk a alternatîf ji bo mirovahiyê weke îdeolohiya rizgariya civakê tê tînin. Tekane rêya xilasiyê ya ji vê krîza civakî û jiyanî ya pergala desthilatî û dewletî rê li ber vekiriye ,ku îdeolojiya sermaydar a kapîtalîst xwe weke netewdewlet û endûstrîyalîzmê ava kiriye, ev e. Li gel her cure êrîşên qirker û mêtinger ên faşîzmê jî ji ber rastiya xwe û tevgera hêviyê ku bi xwe re tîne, ev fikrên alternatîf ên bêhempa li ser piyan dimînin. Kekdar, jin, civakên çewisandî, keda wan tê xwarin, ên çand û baweriyan, hawîrdorparêz, femînîst, anarşîst, her ku diçe çi qas ramanên Rêber Apo nas dikin, fêhm dikin bêhtir diecibînin û lê xwedî derdikevin. Komploya navnetewî çawa ku ji hêla hêzên serwer ên navdewltî ve hatibe kirin û Rêber Apo li çarmîxa Imraliyê mîxk iribin, ya ku wê mîxên çarmîxa Imraliyê yek bi yek jê rake, wê şoreşgerî, piştevanî, giyanê têkoşer û çalakiya gelan, kedkaran, jinan û heû derdorên civakî yên çewisandî û mêtingeh be.

ROJÊN SERFIRAZIYÊ NÊZÎK IN Û EM HEMÛ BI HEV RE BI TEQEZÎ EM Ê BI SER BIKEVIN

Pêngava, ''Dema Wê hatiye! Niha dema azadiyê ye!' dengê hemû derdorên ku li Rêber Apo xwedî dertên, azweriyên jiyana azad tîne cem hev, di çemê demokrasî û azadiyê de digihîne hev. Ev pêngav ne tenê ya Kurdan e. Bûye pêngava azadî û demokrasiyê ya hemû mirovahiyê. Em li ser navê Rêber Apo malavayî li wan hemû kesan, dostan dikin ku bi asta cîhanî tevlî pêngavê bûne û desteke xwe radigihînin, em wan bi hezkirin, hurmet slav dikin, têkoşîna wan slav dikin.

Di navenda hemû geşedanên Kurdistanê de asta xwedîderketina gelê Kurd a li Rêber Apo, tevgerê û têkoşînê heye. Gelê me asta xwedîderketinê ya li Rêbertî ku her roj di ruh û mêjî de mezintir dike, her ku vê dike hêza rêxistinî, biryar û çalakiyê, geşedanên mezin bi xwe re tîne. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê dijîn Kurd dixwazin demildest êşkencexaneya Imraliyê hilweşe û Rêber Apo azad bibe. Dixwazin Rêber Apo li nav xwe bibînin û bi hev re bijîn. Ji ber ku dibînin bi Rêber Apo û bi têkoşîna ku afirandiye dibine xwedî qedr û qîmet. Ji ber vê pê şanaz û serfiraz dibin ku xwedî Rêbertiyeke wiha ne. Azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ev 22 sal in ji bo vê tim kuçe û meydan dagirkirin. Li gel her cure êşkence, zext û zordariya desthilatên faşîst û qirker jî tim li ber xwe dan. Em asta xwedîderketina li Rêbertî ya gelê me yê welatparêz ku di bîst û du salên derbasbûyî de li bara komploya navnetewî û helwesta wê ya bi berxwdanî bi hurmet slav dikin. Ji bo dema piştî niha jî em bang dikin ku Rêber Apo bêhtir bigihîni ber destê mirovahiyê, zêdetir vebêjin, berxwedana xwe geştir bikin û bi biryardarî ber bi serfiraziyê ve bimeşin. Ji ber ku kilîfa serkeftin û serfiraziya teqez hêza rêxistinî ya gelê me û vîna têkneçûyî ya gelê me ye. Di serdema pêşî ya komploya navnetewî de bi helwesta siysaî ya tund ku danî holê çawa ku ew hêz nîşan da ku dijmin biryara xwe biguherîne, bi rêxistiniya têrkar û asta têkoşînê dikare wê vînê jî nîşan bide ku Rêber Apo ji Imraliyê derxîne. Gelê me divê bi hêza xwe bawer be, berxwedana xwe geştir bike û têkoşîna xwe bilind bike. Serfirazî wê bi teqezî ya gelê me yê berxwedêr, dostên me yên azadîxwaz be. Rojên serfiraz nêzîk in û em ê bi hev re bi ser bikevin.

Di rewşeke wiha de ku di serî de Kurdistan, ji Rojhilata Navîn heta bi Emerîkaya Latîn, Efrîka, Ewropa, Ewûstralya, Skandinya, ji Asta heta bi Emerîkayê bi asta cîhanî li Rêber Apo xwedîderketine heye, ku bi rengî wiha tevlî pêngava azadiyê dibin û destekê diin, gelê me û dostên cîhanî yên demokrat, bêdengiya hin şexsiyetên siyasî yên Kurd ên li br çavan, ya rêxistin û partiyên siyasî yên bi ser wan ve, ji ber ku daxuyaniyên destekdayinê nadin pê xemgîn dibin, dixswazin di demeke ne dûr de ev kêmasî wee çarserkirin. Derdorên siyasî yên Kurd ên di behsê de divê hêviyên gelê me û dostên me yên hêja bêbersiv nehêlin. Hewldanên bi asta cîhanî yên demokratîk yên ji bo azadiya Rêber Apo divê kesî aciz neke, çawa ku kêfa hemû gelê me tîne, divê ji hêla van derdoran ve jî li ser navê nirxên Kurdatiy3e weke geşedaneke kêfxweşiyê were dîtin.''