Konseya Rêveber a KCK’ê bang kir ku ji Sibatê û pê ve li her deverê divê têkoşîn were geşkirin

KCK: Konseya me ya Rêveber mehên pêş me weke pêvajoya azadkirina Rêbertî, demokratîkkirina Tirkiyê, pêkanîna xweseriya demokratîk a li Kurdistanê tespît kiriye; ji meha Sibatê ve bang li hemû gelê me dike ku li her deverê têkoşînê geş bike.

Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku civîna meha Çile a Konseya Rêveberiyê hatiye kirin û li ser sala têkoşînê ya 2017’an gelek biryarên girîng hatine standin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de berxwedana xwerêveberiyê û sala 2016’an ku di dîroka Kurdistanê de pêvajoya herî grîng a Kurdistanê ye, bi berfirehî hatiye nirxandin û wiha hate gotin, ‘’Civîna me tespît dike ku ev berxwedanên dîrokî yên ku bi pêşengiya Çiyager, Axîn, Rûken, Mehmet Yavuzer, Xebatkar, Îslam, Mehmet Tûnc, Sêvê Demîr, Asya Yuksel, Pakîz Nayir û Fatma Uyaran hatî rêvebirin û têkoşîna gerîla nirx, pîvan û derfetên ku 2017 bibe sala mezin a têkoşînê afirandine, bi biryardariya ku 2017 li ser berxwedana fedaî ya wan bibe sala serkeftinê bidawî bûye.’’

Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: ‘’Li Rojhilata Navîn û li dinyayê pirsgirêk ketine ser hev û giran bûne. Sîstema dewletî ya 5 hezar salî û temsîla wê ya dawî netew-dewlet ketiye krîzeke mezin. Modernîteya kapîtalîst jî pirsgirêkên civakî girantir dike, berfirehtir dike û mirovahiyê tîne ber krîza rizînê û krîza kûr. Li rewşeke wiha ku hêzên lîberal û demokratiya sosyal nikarin ji pirsgirêkan re bibin çareserî bi destwerdanên leşkerî û hikûmetên rastgir meyla ku ji pirsgirêkan re bibin çareserî diyar dibe. Lê ji ber ku ne pêkan e yên ku pirsgirêkan diafirînin bikaribin çareseriyê biafirînin tiştekî bivênevê ye ku di serdema pêş me de pirsgirêk hîn girantir bibin. Ev rasteqînî kiriye ku demokrasiya radîkal û sosyalîzma demokratîk a ku Rêber Apo li ser analîza civaka dîrokî û rojane derxistiye holê bibe tekane çareserî.

‘SÎSTEMA KONFEDARALIYA DEMOKRATÎK LI ROJHILATA NAVÎN Û DINYAYÊ TEKANE ALTERNATÎF E’

Sîstema konfederalıya demokratîk a ku Rêber Apo a  weke alternatîfa netew-dewletê pêş xistî bi hişmendiya neteweya demokratîk a ku li ser xeta sosyalîzma demokratîke xwe rêxistinkirî, li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê weke tekane rêya modêla çareseriyê di serdema pêş me de jî zemîna ku serketinên mezin pêk bîne, derxistiye holê. Ji vê hêlê ve şerê etnîk û dînî ya ku li Rojhilata Navîn û dinyayê hatiye ferzkirin, bi hişmendiya neteweya demokratîk wê ber bi çareseriyê ve biçin; li dijî kapîtalîzma global ku pirsgirêkên civakî giran dikin, li ser xeta têkoşîna sosyalîzma demokratîk wê pêngavên mezin werin avêtin.

Konseya me ya Rêveber di nav vê çarçoweyê de diyar kiriye ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê di çareserkirina pirsgirêkan de tenê ne ji bo Sûriyê ji bo hemû Rojhilata Navîn bûye modêleke girîng, di vê rêyê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi minet bi bîr anîye û xwediyê kedê slav kiriye. Kurd, Ereb, Sûryanî, Çeçen, Ermenî û Tirkmen bi Federasyona Demoratîk a Bakurê Sûriyê de, pratîzekirina xeta neteweya demokratîk nîşan daye ku li Rojhilata Navîn li dijî dîndariya fanatîk, mezhebî û nîjatperestiyê rêya herî karîger a têkoşînê ye, diyar kiriye ku her cure hişmendiya dijî mirovahiyê tenê di vê xetê de dikare were tasfîyekirin.

 ‘HEMÛ DERDOR DIVÊ XWESERIYA ŞENGALÊ BIPARÊZIN’

Pirsgirêkên ku li Iraqê têne jiyîn jî kana xwe ji mezhebî û nîjatperestiya netew-dewletî digirin. Lı tevahiya Iraqê û ji hêla Mûsilê ve jî rêya çareseriyê ya karîger ji wê demokratîkbûnê derdikeve ku xwe dispêrê civaka rêxistinbûyî ya demokratîk a li ser xeta neteweya demokratîk. Pêşketina demokrasiya xwecih û xweserbûna nasnameyên cihê wê pirsgirêkan çareser bike, yekîtiya Iraqê jî li ser zemîna demokratîk xurt bike. Di nav vê çarçoweyê de ku Êzîdî, Sûryanî, Tirkmen xweseriyê bixwazin, li gorî pêdiviya demokrasiyê divê bi hurmet were pêşwazîkirin û ji hêla her kesî ve were destekkirin. Di mijara azadkirin û xweserkirina Şengalê de divê hemû partiyên siyasî û saziyên demokratîk yên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin. Ji bo vê jî ramana wan a siyasî çi dibe bila bibe divê hemû derdorên siyasî yên Kurd pitgiriyê li xweseriya Şengalê bikin. Konseya me ya Rêveber tespît dike ku kana hemû kêşeyên Başûrê Kurdistanê jî di kêmbûna demokrasiyê ye û demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê wê hemû kêşeyên wê çareser bike, xurt bike û hemû hêzên siyasî jî divê di vê hêlê berpirsariya xwe bi cih bînin.

 ‘HEVSENG Û STATÛKOYÊN KU DI SEDSALA 20. DE LI SER QIRKIRINA KURDAN AVA BÛNE TÊK ÇÛN’

Konseya me ya Rêveber; geşedanên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanêbi berfirehî nirxandiye; diyar kiriye ku têkoşîna ku 2016’an hatî dayin zemîneke wiha ya siyasî çêkiriye ku wê li hemû parçeyên Kurdistanê serkeftinê bi xwe re bîne; ku têkoşîn bi awayekî karîger were dayîn serketinên mezin dikarin bi dest ve werin anîn. Pêşî, tespîta wê hatiye kirin ku hevseng û statûkoyên ku di sedsala 20. de li ser qirkirina Kurdan ava bûne têk çûne; di vê serdemê de ku hevseng û statûkoya nû wê were danîn, têkoşerî, bi insîyatîvbûn, çalakbûn û pêngavbûn wê serketinên mezin bi xwe re bîne;  li ser wê hatiye rawestandin ku Tevgera me ya Azadiyê di pozîsyoneke wiha de ye û divê 2017’an têkoşîn bi insîyatîv û pêngavî were dayin. Di nav vê çarçoweyê de li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîn wê were geşkirin, li ser zemîna azadiya gelê Kurdistanê, wê pêşengiya şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn were kirin.

Hatiye diyarkirin ku li gelê Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê nêzî azadiyê bûye û li Rojhilata Navîn hemû gel xwedî wê hêz û tecrûbeyê ne ku dikarin pêşengiya jiyana azad û demokratîk bikin; ku yekîtiya netewî û kongra netewî pêk were, wê hemû hêzên dijminên demokrasiyê û Kurdan têk bibin. Ji bo vê jî li ser wê hatiye sekinandin ku divê xebatên yekîtiya netewî ya ku hatiye destpêkirin were xurtkirin û di vê mijarê de divê hemû hêzên demokratîk ên netewî divê bihîstyar bin.

 ‘RÊBER APO XWEST KU PÊŞÎ LI WÊ ARMANCÊ BIGIRE KU DIXWEST SÎSTEMA HEGEMONÎK A QIRKER WERE AVAKIRIN’

Desteya Ewlekariya Millî ku polîtîkayên sereke yên AKP’ê û Tirkiyê diyar dike dibîne ku bi Berxwedana Şengalê, li Başûrê Kurdistanê DAIŞ tê şikandin, bi destekdayina çalakiyên berxwedana Kobanê ya 6-7-8’ê Cotmehê Tevgera Azadiya Kurd li çar parçeyê Kurdistanê û dinyayê xurt dibe, bi civîna 30’ê Cotmeha 2014’an biryar hatiye standin ku bi şer, tundî û zorê were çewisandin. Desthilatdariya AKP’ê di nav vê çarçoweyê de bi navê pakêta ewlekariyê yasayên ku xwe ji şer re amade dikin derxistin. Rêber Apo jî kiriye ku Mitebeqata Dolmabahçe a 28’ê Sibata 2015’an derbikeve û bi vê re, di hilbijartinê de bi xurtkirina hêzên demokrasiyê re demokratîkbûn daniye ber Tirkiyê, armanc kiriye ku pêşiya Tayîp Erdogan û derdora wî bigire ku bi şer re dixwest Tevgera Azadiyê ya Kurd biçewisîne, li ser vê zemînê jî sîstema qirker a hegemonîk ava bike.

Lê desthilatdariya AKP’ê li şûna ku Mitebeqata Dolmabahçe û encamên hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê di rêya demokratîkbûnê de bi kar bîne, gavan bavêje û vê bike fersendeke dîrokî, bi MHP’ê re û hemû dijminên Kurd re tifaq daniye û li dijî Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê şer daye destpêkirin. Tayyîp Erdogan bi redkirina Mitebeqata Dolmabahçe û encamên hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê, bi vê darbeya siyasî li Tirkiyê serdemeke wiha daye destpêkirin ku krîz û kaos giran bibe.

Encamên hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê fekiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bûn ku bi têkoşîna 10’an salan a di qada siyasî ya demokratîk de derketibûn holê. Desthilatdariya AKP’ê bi van hemû hêzên faşîst, şowenîst re hewl daye hemû hêzên ku ev encam bi xwe re anî biçewisîne. Di salvegera peymana Lozanê de, 24’ê Temûzê erîş bi ser hemû hêzên dijî hemû hêzên siyasî û civakî yên dijî pergala netew-dewletê daye destpêkirin û li ser vê bingehê jî xwestiye ku qirkirina Kurdan temam bike.

Fedakarî û berxwedaniya mezin a ku bi berdêlên mezin hatî birêvebirin a gerîla û berxwedana xwerêveberiyê ya ku ev salek û nîv e didome, li dijî van armancên bêyom hatine kirin. Berxwedana ku li dijî AKP, MHP û dijminên demokrasî û Kurdan hatî nîşandan, bi qasî di dîroka Tirkiyê ya 90 salî de nehatiye dîtin ev hêzên qirker anîne ber rewşa têkbirinê.  Di ti serdema 90 salî Tirkiye bi qasî ku di vê sal û nîvê de ev qasî bi pirsgirên hundir û derve ên wiha giran re hevrû nebûye. AKP-MHP ku armanc dikir hêzên demokrasiyê têk bibe û qira Kurdan bîne, rasteqîniyeke Tirkiyê ya wiha bi xwe re anîne wê dawiya wan bîne. Di şexsê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de sîstema siyasî ya netew-dewletê krîza mezin a hundir û derve dijî. Desthilatdaryia AKP-MHP’ê b işerê dijî Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê ku dixwestin Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemû parçeyan û li Rojhilata Navîn bişkînin, ew bi xwe şikestin. Di serî de li Iraqê û Sûriyê çawa ku polîtîkayên polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê têk çûne, her wiha li Kurdistan û Tirkiyê jî ew anîne ber rewşa têkçûnê.

 ‘BI REWŞA AWARTE RE ÊRÎŞÊN BI SER KURDAN Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DE ANÎNE QONAXEKE NÛ’

Hewldana darbeyê ya ku desthilatdariya AKP’ê berê jê agahdar bû û wiha bêencam ma, weke hencet hate nîşandan û di 20’ê Temûzê de bi ragihandina Rewşa Awarte re li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê êrîşên ku hatibûn destpêkirin anîne qonaxeke nû. Yekbûna hêzên netewî û faşîst ku jê re rihê Yenîkapî digotin, armanc dike ku hêzên demokrasiyê  biçewisînin û qirkirina Kurdan temam bikin. Heke îro desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hovane êrîşê dibe ser civakê, hemû hevşaredar girtibin, şaredarî hatibin desteserkirin, wekîl û bi hezaran siyasetmedaran digre sedema vê ew e ku polîtîkayên wan ên ku hetanî niha dikirin ti encam bi dest ve neanîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî derbên fedaî yên gerîla û berxwedana xwerêveberiyê ya gel hejijî ye û hatiye ber nemanê. Di 2017’an de bi têkoşîna pirhêlî ya ku em ê nîşan bidin, wê sîstema qirker a Tirkiyê ku pêşengiya dijminatiya Kurdan dike,têk bibe, li ser vê zemînê wê rêya demokratîkbûnê were vekirin û azadiya gelê Kurd were pêkanîn.

Desthialtdariya AKP-MHP’ê 2017’an wê êrîşên tasfîyekirina Tevgera Azadiya Kurd bidomînin û wiha wê bixwazin li ser piyan bimînin. Ji bo vê jî 2017 li dijî mêtingeriya qirker wê bibe sala mezin a berxwedan û şer. Ji vî alî ve jî siberoja têkoşîna azadiya Kurd wê bi têkoşîna sala 2017’an diyar bibe. Gerîla û hemû hêzên azadiyê bi asta fedaî û berxwedanê ya sala 2016’an wê hemû derfetên têkoşînê seferber bike û 2017’an wê têkoşîna me ya azadiyê seferber bike. Gelê me û hemû dostên me divê vê rasteqîniyê bibînin, şert û merc çendî dijwar bin jî bi awayekî seferberbûyî bi geşkirina têkoşînê, bi yekkirina wê ya bi berxwedeana gerîla re  ji bo ku sala 2017’an bikin pêngava azadiyê ya 2017’an wê rista xwe bi cih bînin.

Bêguman di pêkanîna vê rista dîrokî de her demê xwedîderketina li Rêbertî û têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî pir girîng bûye. Gelê me li gel tecrîda giran a 2016’an jî li Rêbertî xwedî derketiye û israra xwe ya di jiyana demokratîk de nîşan daye. Di nav vê çarçoweyê de li ser protestokirina komploya dijî Rêbertî, çalakiyên xwedîderketina li Rêbertî û li ser giringiya serhildanên dijî êrîşên qirkirinê yên ku ti zext û astengiyan nas nake hatiye sekinandin;  hatiya diyarkirin ku azweriya azadiyê ya gelê me ya ku xwe dispêrê sedan salan û têkoşîna dehan salan û fedaîtiya vê bi xwe re anî, xwedî wê derfet û hêzê ye ku dikare vê pêk bîne. Hatiya diyarkirin ku li pêş girêdayîbûna bi Rêbertî re, li pêş xeta îdeolojîk û siyasî, li pêş hişmendiya rêxistin û têkoşînê ti hêz wê nikaribe raweste û bang li ciwan, jinan kiriye ku bi pêşengiya xwe ji Sibatê ve dest pê bikin ku gel rakin serhildanê û têkoşîna vê were dayîn.

Hatiya diyarkirin ku bi rasteqîniya ku 2017 wê bi bi têkoşîne mezin tije be, di serî de bi têkoşîna dijî komploya li ser Rêbertî, bi meha Sibatê re, şermezarkirina kavilkirin û şewitandina bajarên Kurdan; di rojên 8’ê Adarê, Newroz, Heftiya Lehengiyê û 4’ê Nîsanê xwedîderketina Rêbertî de, bi rihê fedaî yên berxwedana xwerêveberiyê rabûna serhildanê; di mehên 1’ê Gulanê, Meha Şehîdan Gulanê de û heta bi Hezîranê bi têkoşîna ku wê were nîşandan, geşkirina têkoşînê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê encamên girîng ên siyasî bi xwe re bîne.

 ‘BANGA LI HER DEVERÊ GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ’

Konseya me ya Rêveber mehên pêş me weke pêvajoya azadkirina Rêbertî, demokratîkkirina Tirkiyê, pêkanîna xweseriya demokratîk a li Kurdistanê tespît kiriye; ji meha Sibatê ve bang li hemû gelê me dike ku li her deverê têkoşînê geş bike.

Di meha Adarê de ku bi giyanê xeta azadiyê ya jinê wê dest pê bike, bi giyanê berxwedana netewî û yekîtiya netewî ya Newrozê re û layiqî dîroka me ya serhildanê li hemû bajarên Kurdistanê, li hemû bajarok û taxên wê bi pîrozkirineke coşdar wê darbeyeke mezin li mêtingeriyê were xistin, ev ê bibe gaveke wiha ku 2017 bi serkeftinê were tacîdarkirin. Li ser vê zemînê bi biharî re serhildanên ku bi têkoşîna gerîla ya li ser xeta Mahsûm Korkmaz wê bibin yek, wê desthilatdaryia AKP-MHP’ê bihejijîne û li Kurdistanê û Tirkiyê mizgîniya azadiyê bigihîne.

Li dijî sîstema seroktiyê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê pê dixwazin êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasiyê bi qirkirinê temam bikin û bînin asteke dîtir, nîşandana helwestê û têkoşînê pir girîng e. Ji bo vê jî têkoşîna li dijî êrîşên bi mebesta qirkirinê ya ku bi Sibatê re wê dest pê bike û yekkirina vê ya bi helwesta Na re ya ku wê ji encama referandûmê derbikeve pir girîng e. Li ser vê bingehê pêvajoya referandûmê veguhere têkoşîna demokrasiyê, ji vê hêlê ve derbek li desthilatdariya AKP-MHP’ê were xistin, ev weke parçeyekî girîng ê têkoşîna serdema pêş me hatiye dîtin.

Ji bo Kurdan gotina na ya li dijî destûrê, tê wê wateyê ku Kurd ji hemû destûran re ku Kurdan û hemû nasnameyan red dkin û her wiha ji destûra sîstema mêtinger a qirker re dibêjin na. Di vê referandûmê de gotin na,  li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a ku bajarên Kurdan kavil kirin, bi hezaran siyasetmedar avêtin zindanan, şaredarî desteser kirin, siyasetmedarên demokrat kirin qereqol û holên dadgehêan, di zindana de dixwazin wan birizînin, wê bibe helwesta Kurdan. Li Kurdistanê bilindbûna rêjeya na ya di referandûmê de wê bibe referandûma israra Kurdan a di jiyana azad û demokratîk. Weke helwesta Kurdan di referandûmê de gotina na, wê vekirina qelşekê di eniyên mêtingeriya qirker de be û gavek be di pêkanîna Kurdistana azad û Tirkiyeyeke demokratîk de.

Desthilatdariya AKP’ê ya ku xwe dispêrê MHP’ê û hemû hêzên faşîst dibîne ku Kurd hêzdar dibin û bi mebesta pêşiya jiyana azad û demokratîk a Kurdan bigire ev salek û nîv e weke hovan êrîşê tîne. Ev êrîşkarî tirsa AKP’ê nîşan dide ku li dijî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê zor lê dibe ku nikare desthilatdariya xwe biparêze û her wiha nikare hebûna netew-dewletê li ser piyan bigire. Li hêlekê bi îtîfakên faşîst û li hêla dî jî bi şerê psîkolojîk hewl dide ku xwe xurt nîşan bide û dixwaze têkoşîna gel û hêzên demokrasiyê asteng bike. Lê krîza giran a ku li hundir û derve dijî û polîtîkayên ku serî lê dide nîşan dide ku çendî qels e û li ber şikestinê ye. Dema ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê em hêzên demokrasiyê werin cem hev, dema ku em yekîtiya netewî pêk bînin û bi hemû hêzên demokrasiyê re têkoşînê pêş bixînin, tenê wê jiyana azad û demokratîk a Kurdan wê pêk neyê, li ser vê zemînê wê demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya hemû gelan pêk were.

Dema gelan hatiye. Têkoşîna bi dehan salan a Kurdan bi pêşengiya gerîla li gel her cure zext û astengan wê mêtingeriya qirker têk bibe, wê statûya siyasî ya ku Kurdan bigihîne jiyana azad û demokratîk pêk bîne. 2017’an teqez wê serketin pêk were. Vîna Tevgera me ya Azadiyê û azweriya gelê me ye azadiyê bi dirûşma ‘’Teqez em ê bi ser bikevin’ wê bi Kurdistan azad û Rojhilata Navîn a demokratîk tacîdar bike.’’