Konseya Hevbeş a YNK’ê û Tevgera Goran wê li Silêmaniyê li hev bicivin
Konseya Hevbeş a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevger Goran îro dicivin.
Konseya Hevbeş a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevger Goran îro dicivin.
Îro heyetek ji Tevgera Goran gihişte baregeha Polîtburoya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê. Her wiha hat diyarkirin ku wê îro Konseya Hevbeş a YNK û Tevgera Goran bicive.
Li gorî çapemeniya YNK’ê û Tevgera Goran wê Konseya Hevbeş a YNK û Goran ji bo gotûbêjan li ser rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê, mijara referandûmê û fikrê aliyên Kurdî yên li ser referandûmê û mijara aktîfkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê bicive.
Di roja 17’ê Gûlana 2016’an de YNK û Goran bi amadebûan Serokê giştî yê YNK’ê Celal Talebanî û Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa li hevkirinekî siyasî îmzekiribûn. Ji bo gotûbêjan li ser mijarên girîng û rêvebirinê, lihevkirina di navbera herdu aliyan de konseyek hevbeş ji herdu aliyan ve hatibû avakirin.
Ji YNK’ê Dr. Berhem Salih, Hêro Îbrahîm Ehmed, Hakim Qadir Hemecan, Îmad Ehmed, Refet Ebdullah û Şalaw Kûsret, ji Tevgera Goran ji Newşîrwan Mistefa, Omer Seyîd Elî, Osman Hacî Mehmûd, Îsmaîl Namiq û Samal Ebdullah ji endamên konseya hevbeş in. Lê nayê zanîn ku wê kîjan endam tevlî civîna îro bibe.