DOSYA II

Konsepta nû ya dewleta Tirk

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza 2013’an deklarasyona “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” ragihand, KCK’ê 25’ê Nîsana 2013’an biryara vekişandinê da.

Lê ji ber ku dewleta Tirk gavên siyasî neavêtin û pêvajo sabote kir, KCK’ê 10’ê Îlona 2013’an ragihand ku wan vekişandin rawestandiye û agirbest berdewam dike. Di rewşeke wiha de ku dihate payin ku pêvajo were lezandin lê hikûmeta AKP’ê bi têkçûna hilbijartina 7’ê Hezîranê Tirkiye ber bi pêvajoyeke şer ve ajot. Bi êrîşên hewayî yên 24’ê Temûza 2015’an ên bi ser Qadên Parastina Medya, pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” bi dawî kir, li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd êrîşên berfireh li dar xist û dîsa şer ragihand.

Dewleta Tirk paralelî êrîşên 24’ê Tîrmeha 2015’an ên bi ser Qadên Parastina Medya de, piştî 10’ê Tebaxa 2015’an piştî ku Meclîsa Gel a Şirnexê “Rêveberiya Xweser a Demokratîk” ragihand û li pey wê “Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk” ên ku hatin ragihandin, dewleta Tirk êrîşên îmhayê li dijî Kurdan dane destpêkirin. Di nav vê çarçoweyê de dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi êrîşbirina ser rêveberiyên xweser ên li Cizîrê, Sûrê, Silopiya, Nisêbîn, Dêrik, Gever, Şirnex, Hezex, Kerboran, Farqîn, Baxlar, Bismil, Qoser, Sêrt, Wan û Gimgimê îmhaya gelê Kurd kirin hedefa xwe. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên îmhayê di ser de ciwanên Kurd, gelê Kurd ji 7 salî bigirin ta bi 70 salî bi berxwedanê bersiv dan. Di berxwedanê de ku bi mehan dom kir bi sedan sivîl birîndar bûn. Gelê Kurd di vê berxwedana xwerêveberiyê de ku bi rojan dom kir, gav bi paş ve neavêt û dewleta Tirk berdêlên giran dan. Dewleta Tirk bi teknîka pêşketî û operasyonên leşkerî bajarên Kurd kirin kavil û dîmenên wiha yên ku ne kêmî Şerê Cîhanê yê Duyemîn derketin holê. Dewleta Tirk bi komkujiyên xwe yên dijî mirovahiyê, di jêrzemînan de bi saxî şewitandina mirovan, bi rojan li sikakan hiştina cenazeyan, bi kuştina zarokên hê çênebûyî, exlaq û rêgezên şer binpê kir.

HPG’Ê BÎLANÇOYA ŞER A MEHEKÊ RAGIHAND

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan de, ên bi mebesta îmhayê, gerîlayên azadiya Kurd jî, bi çalakiyên bibandor bersiv da. Gerîla li hemû qadên ku lê bi cih bûbû pêvajoya çalakiyan da destpêkirin. Di çalakiyên gerîla de artêşa Tirk derbên giran xwarin. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya mehekê ya şer ya piştî demek dirêj a rewşa bêşerbûnê ragihand û diyar kir berpirsê tekane ê pêvajoya şer hikûmeta AKP’ê ye. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HGP’ê got, “ Erdogan û hikûmeta AKP’ê ku destkeftin û serkeftina gelê me yê Bakurê Kurdistanê yê ku di 7’ê Hezîranê, di hilbijartinê de bi dest ve anî ranegirtî, bi rawestandina pêvajoya muzakereyan ku wê aştiya civakî bianîna, li dijî gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên şoreşger şer ragihandin û ev bi êrîşa berfireh a bi ser Tevgera me de mezintir kir” û bi berdewamî diyar kir ku wan berpirsyariyên ‘Pêvajoya Çareseriyê” bi cih anîne, Erdogan û hikûmeta AKP’ê, bi êrîşên 24’ê Tîrmehê re ji nû ve konsepta şer afirandiye.

HPG’ê diyar kir, “Ev konsept bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hate destpêkirin, bi mebesta çewisandina destkeftiyên siyaseta demokratîk jî hatiye berfirehkirin. Êrîşên hewayî yên bi balafirên şer ên bi ser Qadên Parastina Medyayê de û operasyonên ku bi ser hêzên me yên gerîla de hatin destpêkirin, li gorî van salên dawîn êrîşên herî berfireh in ku bi mebesta şerê îmhayê ne” HGP’ê wiha lê zêde kir:

“Di êrîşên artêşa TC’ê yên berdewam de, gelek jîgehên sivîl bûne hedef. Di encama êrîşên hewayî de li gundê Zergele ên bi ser         Qendîlê de 8 mirovên me yên sivîl hatin kuştin, li Bakurê Kurdistanê di serî de Farqîn, Gimgim, Silopiya, Cizîrê li dijî gelê me yê ku li dîjî konsepta îmahê bi serhildana rawestiyayî, polîs-leşeran êrîş aniye û mirovên me yên welatparêz, ciwan hatine kuştin”

 ‘471 LEŞKER Û POLÎS HATIN KUŞTIN’

Li dijî van komkujiyên ku li Kurdistan û Tirkiyê bi ser vîna azad a demokratîk de, li Bakur-Başûrê Kurdistanê hêzên me yên Gerîla li hemû qadên lê dimînin, li dijî êrîşên îmhayê yên ku hatin geşkirin, hêzên me yên Gerîla di cih de bi çalakiyên bibandor bersiv dane.”

HPG’ê têkildarî bîlançoya mehekê jî ev agahî dan: “Balafirên keşfê 44, operasyonên artêşa TC’ê 62, êrîşên Helîkoptêrên Kobra 25, êrîşên tang- obûs û Hewanan 217, Êrîşên balafirên şer 87 caran pêk hatin. 191 caran şer çêbûye û di encamê de 394 leşker, 16 polîs, 61 polîsên Tevgera Taybet, 36 jê polîs, 33 jê Tevgera Taybet 142 leşker birîndar bûne.”

BI GIMGIMÊ BERXWEDANA NAV BAJÊR DEST PÊ KIR

Li dijî êrîşên hikûmeta AKP’ê berxwedan tenê bi çiyayên Kurdistanê sînordar nema. Berxwedanên ku li bajarên Kurdistanê jî rû dayin, dibûne peyamên zelal ku gelê Kurd jî wê li ber xwe bide. Navenda pêşî yê ya ku bi berxwedana bajêr di dîrokê de cihê xwe girtî Gimgim a Mûşê bû. Berxwedana Gimgimê ya 15’ê Tebaxa 2015’an dest pê kirî heta bi 17’ê Tebaxa 2015’an berdewam kir. Di Berxwedana Gimgimê de ku 2 rojan berdewam kir, dewleta Tirk li dijî berexwedana ciwanên Kurd berdêlên giran dan. Fermandariya Giştî ya YPS’ê têkildarî Berxwedana Gimgimê ku 17 leşkerên Tirk hatibûn kuştin got, “17 çeteyên Qesrê hatin kuştin, di Berxwedana Gimgimê de 4 şervanên me yên YPS’ê bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn”

BERXWEDANA CIZÎRÊ

25’ê Tebaxa 2015’an berxwedan gelê Kurd a ku li Cizîrê ya Şirnexê dest pê kirî, heta bi 3’yê Adara 2016’an berdewam kir. Di Berxwedana Cizîrê de ku nêzî 7 mehan berdewam kir, hikûmeta AKP’ê windahiyên giran dan û komkujiyên sivîl kirin. 25’ê Tebaxa 2015’an dewleta Tirk bi tang, top û hawanan êrîş bire ser Taxa Nûr a Cizîrê û starta îmhaya bi ser Kurdan de da destpêkirin. Piştre dewleta Tirk di navbera 4-13’ê Îlonê de li taxên Yafes, Cûdî, Sûr, Nûrê êrîş bi ser gelê sviîl de bir. Piştî ku di van êrîşan de 21 sivîlî jiyana xwe ji dest da, li dijî êrîşên îmhayê yên gelê Kurd, ciwanên Kurd bi YPS (Yekîneyên Parastina Sivîlan) YPS Jin (Yekîneyên Parastina Sivîlan a Jin) ku bi mebesta parastina gel hatin avakirin, bi berxwedanê bersiv dane êrîşan. 4’ê Kanûna 2015’an dewleta Tirk a ku li dijî YPS, YPS Jin nikarîbû bi ser bikeve, vê carê êrîşên îmhayê yê ku hemû Cizîrê vehewîne da destpêkirin. Di van êrîşên îmhayê de ku dewleta Tirk dayî destpêkirin, 5 jê pitik 170 sivîl hatin kuştin.

‘DEWLETA TIRK BI ÇETEYAN ÊRÎŞ BIRE SER CIZÎRÊ’

Fermandariya Giştî ya YPS’ê diyar kir, li gel hemû êrîşên komkuj ên dewleta Tirk ên îmhayê jî, dewleta Tirk li pêşberî YPS, YPS Jin bi ser nekeketiye û têkildarî berxwedana Cizîrê ev agahî hatin dayin:

“Piştî çalakiya bi ser garnîzonê de, ya 25’ê Tebaxa 2015’an, çeteyên AKP-Qesrê, bi tang û top, hawan û obûsan taxa Nûrê ya Cizîrê bombe kiriye. Berxwedana me ya ku bi şehîdbûna 3 sivîlên me dest pê kirî, di navbera 4-14’ê Kanûna 2015’an de, çeteyên AKP-Qesrê û artêşa Tirk a mêtinger di serî de Nûr, Sûr, Cûdî û Yafes bi ser hemû bajarên me yê Cizîrê de êrîş dane destpêkirin. Bi van êrîşan, hemû taxên bajarê me yên Cizîrê yên li ber xwe didin, xistine ablûkayê, hemû tax bi tang, top, hawan û obûsan, bi her cure çek û teknîkê hatine kavilkirin. Çeteyên AKP-Qesrê bi mebesta ku berxwedana vî bajarî bikişîne, komên çete yên ji nîjadên biyanî yên ku bi Kurdî-Tirkî nizanîn, tîmên taybet û polîs anîne û bi ser ciwanê Kurd û gelê Kurdistanê de komkujî pêk anîne. Di van komkujiyan de her wiha 5 pitik şehîd bûne, ji van 3 jê 8 mehî bûn û di zikê diya xwe de bûn û hatin kuştin.”

‘161 ÇETE-LEŞKER HATIN KUŞTIN’

Berxwedana Cizîrê heta 3’yê Adara 2016’an berdewam kir. Fermandariya Giştî ya YPS’ê diyar kir dewleta Tirk windahiyên giran dane, 161 leşkerên Tirk hatine kuşti û 117 leşker jî birîndar bûne. Têkildarî bîlançoya berxwedanê jî ev agahî hatin dayin: “ Di Berxwedana Cizîrê de ku 66 hevrêyên me şehîd bûne, 213 welatiyê me jî hatine qetilkirin. Ji van Pitika 8 mehî Uca, pitika dayika Zekiye Eren a 7 mehî, ya dayika Guler Yamalak, Havva Yamalak û Asya Sezgîn, pitikên wan ên 8 mehî ji hêla dewleta Tirk ve hatine qetilkirin.”

‘EM Ê ÇOKÊN XWE DANEYNIN’

Dewleta Tirk li Cizîrê li Cizîrê bi ser gelê sivîl de şerekî dijî exlaq û rêgezên şer bi rê ve bir. Li Cizîrê pêşengên gel, di serî de Mehmet Tûnc û Asya Yuksel bi dirûşma, “Em ê çoka xwe daneynin, em ê li ber xwe bidin; bila gelê me bi me serfiraz be” 213 welatiyên me heta hilma xwe ya dawî, bi rojan li jêrzemînê li ber xwe dan û li dijî hemû êrîşên dewletaTirk lehengiyek nîşan dan. Dewleta Tirk dema ku dît nikare berxwedanê bi her cure teknîka leşkerî bişikîne, bi êrîşên xwe yên dijî mirovahiyê, 213 mirovên ku bi rojan li jêrzemînê li ber xwe dan, bi saxî şewitandin û bedenên wan kire rewşeke wiha de ku êdî nedikarîn were nasîn.”

KELHA DIMDIMÊ: BERXWEDANA SÛRÊ

5’ê Îlona 2015’an piştî ku ciwanên Sûrê dest bi parastina Sûrê kirin, berxwedana Sûrê ya ku 28’ê Mijdara 2015’an gihaştî asta herî jor, heta bi 15’ê Adara 2016’an berdewam kir. Li Mînareya Çar Ling, Nanpêja Emniyetê, Kuçeya Karadenîzê, li Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf û Mardînkapi, Mizgefta Kurşunlu û Bazara Mast dewleta Tirk li gel hemû teknîka pêşketî ya şer li pêşberî berxwedanên ciwanên Kurd, li bajarê dîrokî yê Sûrê windahiyên mezin dan. Gerîla Xemgîn Roj (Alî) ku Berxwedana Dîrokî ya Sûrê nivîsîbû di “Rojnivîska Berxwedanê ya Sûrê”ê de wiha gotibû:

“7’ê Hezîrana 2015’an, piştî serketina siyaseta demokratîk a di hilbijartina giştî de çeteyên AKP’ê piraniya li Meclîsê ya ku dixwest nekarî bi dest bixe, bi xwe re pêvajoyeke nû anî. Diyaloga bi Rêber Apo re ji hêla dijmin ve hate birîn, pêvajoya îmha û tasfiyekirinê dîsa kete rojevê. Komkujiya Pirsûsê û hema di pişt wê re, êrîşa hewayî ya berfireh a bi ser Qadên Parastina Medya de (24’ê Tîrmehê) êdî hewce kiribû ku pêngaveke nû ya berxwedanê, li ser hîmê şerê şoreşgerî yê gel dest pê bike. Bi meha Tebaxê re, li gelek navçeyan li ser hîmê parastina xwerêbeberiya ku hatî ragihandin, rêxistinkirina yekîneyên parastina gewherî û bi gel re pêkanîna berxwedanê, weke hewcehiyeke şerê şoreşgerî yê gel derdiket holê. Li gelek navçeyên weke Gimgim, Farqîn, Cizîr, Silopa, Nisêbîn û Dêrîkê berxwedan hatibû destpêkirin. Li navçeyên navend ên weke Amedê nîşandana berxwedanê wê rewşeke wiha derbixista holê ku bandorê li tevahiya Kurdistanê bike. Li ser vî bingehî pêvajoya ku dihate xwestin li Sûr û Baxlarê were destpêkirin, serdemeke nû jî bi xwe re anî.”

‘ERDOGAN STARTA ŞERÊ NAVXWEYÎ DABÛ’

Di “Rojnivîska Berxwedana Sûrê” de hatibû nivîsin, li gel hemû derfetên teknîka dewleta Tirk jî, berxwedêrên Sûrê yek gav bi paş ve neavêtiye û li ser şêwaza şer ê hikûmeta AKP’ê jî wiha dihate gotin:

“Hêzên JOH-POH ku AKP ji pesindariya wan têr nedibû, li pêşberî Berxwedana Sûrê derbên giran xwarin, bikaranîna komên DAIŞ’ê jî encameke ku wan dixwest bi dest wan ve neanî. Li ser vê jî, Erdogan planeke nû sazkar kir û leşkerên ku bi operasyona Ergenekokê girtibûn serbest berdan, bi li wan vegerandina qîmet û hêza wan, bi wan re li hev hatibû. Di ber vê de jî ew ferman dabû wan ku li qadên xwerêveberiyê bi her cure rêbazê êrîşê bînin. Vê jî di heman demê de nîşan dide ku pêvajoya şer a ku li Tirkiyê dihate jiyîn, ji mêj ve ye hatiye asta şerê navxweyî. Li gelek herêmên Kurdistanê êdî leşker û tang sazkar bûn.

‘ROJA 57’AN A BERXWEDANÊ’

Roja 57’an a Berxwedanê.. (27’ê Çile 2016) êdî li şûna rojan divê meh werin hijmartin. Ber bi dawiya meha duyemîn, dijmin êrîşa herî berfireh bi du helîkoptêr û balafirên keşfê pêk anî. Dijminê ku bi teknîka pêşketî bi awayê yekîneyên piyade dixwestin ji her alî ve têkevin qada berxwedanê, wan deman windahiyên pir giran da. Destûr nehate dayin ku li deverê bi pêş bikevin. Li 3 deverên cihê kemînên ku me li ber wan vedayî bi dijmin de teqiyan, li şeş deveran şerê çêbû û bi kêmanî 20 leşker hatin kuştin. Di nav kuştina de serpêlek jî hebû. Pitşî şerê rû dayî, dijmi revî revî çûn û hevalan li pey wan du çekên wan ên melez hildan.

‘KA BILA WERIN’

Me got ka bila werin, lê wiha jî nabe, şerm e! Li dijî me, ku em hijmareke kêm in, bi teknîka ev qasî pêşketî û bi ev qasî leşker têyî. Wekî ku tu bi hêzeke wiha bi ser me de têyî, naxwe çend rojan rê veke, bila hinek teqwiye ji me re jî were. Wê demê em bibînin bê ka kî berx e û kî beran e. Helbet, zeman ne zemanê berê ye, merdî nemaye, nahêlin ku derziyeke jî têkeve hundir. Li gor aqilê xwe ne tenê hêza me ya leşkerî, di heman demê de dixwestin test bikin bê ka em çi qasî li dijî birçîbûn, tîbûn, bêçixarebûnê, bê ceyranbûnê xwe ragirin, dixwestin vîna me û hêza me ya psîkolojîk test bikin. Em dizanin ku armanca wan ew e ku bi temamî vîna me bişikînin. Ji bo vê jî, me çi qasî windahî bidaya jî, heta ku yek ji me bimaya, em di wê baweriyê de bûn ku diviya vî şerî, vê berxwedanê berdewam bikira.”

‘ENCAM ÇI JÎ BE WÊ MIHTEŞEM BE’

Berxwedana Sûrê ya ku bi gotina fermandarê mezin ê Berxwedana Sûrê Çiyager dest pê kirî, ku gotibû, “Encam ji jî be wê mihteşem be” veguherî berxwedaneke wiha ku lehengiyên mezin jê afirîn. Berxwedana Sûrê ku “her roja wê weke salekê berdewam dikir” ne kêmî berxwedanên dîrokê yên wekî Stalîngrad, Wîetnam, Keleha Dimdimê bû. Fermandariya Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di berxwedanê de, ku bi dehan rojan dom kir, diyar kir ku 408 leşkerên Tirk hatin kuştin, 115 leşker birîndar bûn, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 5 jê zarok 8 sivîl birîndar bûn.

BERXWEDANA HEZEXÊ

Şerê ku Îlona 2015’an li Hezexê car caran çêdibû, 16’ê Sibata 2016’an geş bû û veguherî Berxwedana Hezexê ku heta bi 8’ê Adara 2016’an berdewam kir. Berxwedana Hezexê ku bi fermandariya Çeko Çatak dest pê kirî, li pêşberî dewleta êrîşên dewleta Tirk, ciwanên Kurd yek gav jî bi paş ve neavêtin. Dewleta Tirk û artêşa wê ku li windahiyên giran dan, dest bi komkujiya sivîlan kir û 21 sivîl kuştin. Fermandariya Giştî ya YPS’ê ku bîlançoya Berxwedana Hezexê dayî, diyar kir ku 83 leşkerên Tirk hatin kuştin, 39 jê birîndar bûn û wiha got: “Dewleta Tirk li dijî YPS’ê şikiya û dest bi kuştina sivîlan kir. Di Berxwedana Hezexê de di serî DE 4 zarokên bi navê Ahmet Varli, Alî Yildiz, Farma Eraslan û Ridvan Tan, 21 sivîl hatin kuştin. Bi kuştina sivîlan hikûmeta AKP’ê û çeteyên Qesrê, îmhaya Kurdan dikine armanca xwe.”

BERXWEDANA SILOPIYA

Meha Îlon-Cotmeha 2015’an piştî ku dewleta Tirk berê xwe da Silopiya Berxwedana Pêşî ya Silopiya dest pê kir. Piştre 14’ê Kanûna 2015’an Berxwedana Silopiya ya ku cara duyemîn dest pê kirî, heta bi 7’ê Çile yê 2016’an berdewam kir. Piştî vê êrîşê dewleta Tirk a 4’ê Nîsana 2016’an Berxwedan Silopiya heta bi 6’ê Nîsana 2016’an berdewam kir. Dewleta Tirk bi van sê êrîşên xwe êrîş bire ser xwerêveberiyê ya ku 10’ê Tebaxa 2015’an hatibû ragihandin û armanc kir ku gelê Kurd îmha bike. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê  a ku bi vê mebestê bi hovîtî bi ser gelê Kurd û bajarên Kurdan de çû,  li gel hemû teknîka xwe û artêşa xwe bi ser neket û dest bi komkujiya sivîlan kir. Li dijî êrîşa dewleta Tirk a bi rojan, bi mehan a bi bombeyan, ciwanên Kurd li gel hemû bêderfêtiyan li ber xwe dan û bi berxwedana xwe ya ku ne kêmî şoreşa Stalîngrad û Wîetnamê mohra xwe li dîrokê xistin. Dewleta Tirk ku li dijî çedn ciwanên Kurd ên ku bi çeka xwe li ber xwe didan nekarî bi ser bikeve, bi mebesta ku bajêr kavil bike, bi mebesta ku mafê jiyanê nede Kurdan, bi mehan bi tang û topan li Silopiya xist. Artêşa Tirk a dagirker a ku bi ser neketî, 112 windahî, 87 birîndar dan û li dijî berxwedana dîrokî ya ciwanên Kurd şikiya.

BERXWEDANA GEVERÊ

24’ê Tîrmeha 2015’an bi operasyona dewleta Tirk a bi ser gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd de, berxwedana ku li Geverê dest pê kirî, 13’ê Adara 2016’an piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajar xiste ablûkayê gihaşte asta herî roj û heta bi 20’ê Nîsana 2016’an berdewam kir. Dewleta Tirk a mêtinger ku li gel teknîka xwe ya pêşketî û artêşa xwe windahiyên giran dan, li pêş berxwedana ciwanên Kurd ti serketin bi dest ve nanî û dest bi komkujiya sivîlan kir. Li dijî operasyonên îmhayê yên dewleta Tirk ên ku li dijî Kurdan hatî ragihandin, YPS, YPS Jin ku weke hêza parastina Kurdan ciwanan birêxistin kiribû, li dijî dewleta Tirk û hêza wê ya dagirker, berxwedaneke bêhempa nîşan da û artêşa Tirk a dagirker windahiyên giran da. Dewleta Tirk bi hemû teknîk û hêza xwe ya leşkerî, bi rojan, bi mehan êrîş bire ser taxên berxwedanê yên Geverê û hewl da ku gelê sivîl îmha bike.

Gever ku bajarê serhildanan bû, bi heman polîtîkayên îmha û çewisandinê yên dewleta Tirk qebûl nekir. Ji bo vê jî bi mehan li dijî dewleta Tirk li ber xwe da. Bû ziman û daxwaza azadiyê ji gelê Kurd re ku dixwest bi zimanê xwe û çanda xwe bi azadî bijî. Dewleta Tirk jî ku bi salan bi polîtîkayên xwe yên çewisandinê û asîmîlasyonê nikarîbû bajarê serhildanan Geverê bêdeng bike, 24’ê Tîrmeha 2015’an bi operasyonên ku bi mebesta îmhayê dayî destpêkirin, xwest ku Kurdan qir bike. Dewleta Tirk li berxwedana dîrokî ya ciwanên Kurd rast hat. Dewleta Tirk a ku li pêş berxwedana ciwanên Kurd nekarî serketinê bi dest ve bîne, hemû teknîka xwe bi kar anî û armanca kir ku Geverê û gelê wê tine bike. Di nav vê çarçoweyê de dewleta Tirk dîmenên wiha bi gelên dinyayê da jiyîn ku ne kêmî dîmên Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûn. Dewleta ku digot, “An wê serî bidin an jî serî bitewînin” li Geverê kevir li ser kevir nehişt. Di nav vê çarçoweyê de armanc kir ku Geverê tine bike, daxwaza azadiyê ya gelê Kurd di nav van kavilan de bihêle. Dewleta Tirk li gel van hemû êrîşkariyan jî li berxwedana dîrokî ya ciwanên Kurd rast hat û windahiyên giran da. Di Berxwedana Geverê de ku bi mehan dom kir, 117 leşkerên Tirk hatin kuştin û 32 leşker jî birîndar bûn.