Kongreya YRA pêk hat

Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ya Rojava, ku diyarî kedkarê çapemeniyê şehîd Mûstefa Mihemed hat kirin, qediya.

Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) bi dirûşmeya 'şopdarên rastiyê bingeha ragihandina azad e' duh bi hilbijartina dîwanê dest pê kiribû û raporên li ser karê 2015-2016'an hatin xwendin.

200 delege beşdarî kongreyê bûn û bi taybetî kampanya 'Ji bêdengiyê re Na' û pêşangeha wêneyan a 'Ji Kobanê heta Sine' hatin nirxandin.

Di kongreyê de rêziknameya YRA'yê hat nûkirin û hilbijartin hat kirin. Di encamê de Ekrem Berekat û Şehnaz Osman careke din weke Hevserokên YRA hatin hilbijartin. Piştre 12 endamên Meclîsa YRA hatin destnîşankirin.

Tê payîn, rêveberiya nû bernameya xwe a li ser karê dema pêş eşkere bike.