Kongreya DBP’ê ya Wanê: Em ê desthilatdariya birûxînin!

Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan got, ‘’Rêya aştiyê di Îmraliyê re diçe. Ji bo vê jî divê em têkoşîn û berxwedaniyeke mezin rêxistinî bikin.’’

Kongreya 4’an a Asayî ya Wanê ya DBP’ê li hêwana dawetê ya Beyazsarayê, bi dirûşma ‘Bi civaka azad ber bi siberoja azad çêbû’.

‘PROJEYA AŞTIYÊ YA BIRÊZ OCALAN TEKENA RÊYA FELATÊ YE’

Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Adem Geverî got li çar parçeyên Kurdistanê xwîna Kurdan dirije, projeyên demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teqez wê bi ser bikevin û ew ê ji bo vê bixebitin. Geverî got, ‘’Li pêş me mirin, girtîgeh jî hebe em ê li ber xwe bidin ji berk u projeya Birêz Ocalan tekane rêya felatê ye.’’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di kongreyê de axivî û got, ‘’Heta ku Birêz Ocalan azad nebe Kurd ti caran azad nabin. Derbarê tenduristiya Birêz Ocalan nûçe hene. Heke li ser tenduristiya Birêz Ocalan rewşeke neyênî çêbibe Kurd wê bi sebr tevnegerin. Birêz Ocalan xeta sor a gelê me ye. Hûn çi qasî tecrîdê giran bikin ew qasî nebaşiyê bi vî welatî dikin. Kurdan têkoşîna xwe çawa heta niha dabin ji niha û pê de jî wê bidin. Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.’’

PEYAMA TUNCEL

Di kongreyê de peyama Hevseroka DBP’ê Sebat Tuncel jî hate xwendin. Tuncel di peyama xwe de slav li gelê Wanê û Kurdistanê kir ku li hemberî zilm, hilweşandin, mirinê li ber xwe didin û got, ew baş pê dizanin ku wê bi ser bikevin. Tuncel got, ‘’Helbet em ê bi ser bikevin. Li kûderê zilm hebe li wir berxwedan heye. Gelê Wanê jî mînaka vê ya herî xweşik e.’’

‘ZILMA AKP’Ê WÊ TI ENCAMÊ NESTÎNE’

Di kongreyê de Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan jî axivî û got ji ber ku ditirsin êrîşên qirkirina siyasî dikin û got, dikarin Kurdan bikujin, bixin zindanan lê wê nikaribin têkoşîna azadiyê tine bikin.

Aslan diyar kir her çi bi serê wan were ew ê dev ji têkoşîna azadiyê, nirxên xwe neqerin û wan têkiliya xwe nebirîn. Aslan got, ‘’Ji ber ku rêberê me, tevgera me ev hêz û moral dane me.’’

Aslan Delal Amed a ku şehîd bûyî û hevalên wê bi bîr anî û got, ‘’Delal Amed ji bo me, şoreşgerek e ku ji bo azadiya gelê me canê xwe daye û em ê li wê xwedî derkevin. Delal Amed çi kiriye? Ji bo ku aştî, demokrasiyê bîne vî welatî canê xwe daye.’’

Aslan got, ‘’Şehîd Mehmet Tûnc axaftinek ji me re mîrate hişt. Got, ‘’Bi me şanaz bin, me li ber zilma AKP’ê serê xwe netewand.’ Em bi wan şanaz in.’’

‘HEKE JI WE WRE JI BO QUDSÊ LI DIJÎ TRÛMP ŞER RAGIHÎNIN’

Aslan gef û êrîşên dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP’ê yên li ser Rojava û Bakur bi bîr xist û got, ‘’De ku ji we tê hûn dikarin ji bo Qudsê li dijî Trûmp şer ragihînin? Derdê van ne mezlûm in, derdê wan berjewendiya desthilatdariya wan e.

A ku li Kurdan dikeve ku li dijî vê li ber xwe bidin. Em vê geştir bikin, li dijî êrişên bi ser gelê me de berxwedaniyeke geş rêxistinî bikin û desthilatdariya wan bi ser wan de bînin xwarê.’’

‘BIRÊZ OCALAN XETA ME YA SOR E’

Aslan bi domdarî got, ‘’Birêz Ocalan aştiya Tirkiyê ye. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan dixwazin gel li hev sor bikin. Ji bo me Ocalan aştî, demokrasî, azadî ye. Ji bo vê em bang li hemû gelên Tirkiyê dikin: Em bi Kurdan re bibin yek, tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin û pêşî li têkoşîna azadiyê û aştiyê vekin. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Ji bo vê divê em têkoşîn û berxwedaniyeke mezin rêxistinî bikin.’’

‘HEKE YEKÎTIYA NETEWÎ NABE DAWIYA ME WÊ BIBE PIŞTÎ 25’Ê ÎLONÊ’

Aslan bal kişande ser giriniya yekîtiya netewî û got, ‘’heke em yekîtiya xwe ya netewî pêk neyînin dawiya me wê bibe weke ya piştî 25’ê Îlonê.’’

Ji kongreyê Aynur Tarhan û Okkeş Kawa ji bo hevseroktiya DBP’ê hatin hilbijartin.