Kongreya DBP’ê: Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz bang li hemû rewşenbîr û nivîskaran kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Amedê li eywaneke dawetan a li bajar 7’emîn Kongreya Asayî lidar xist. Pankartên “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve”, “Ji şer re na, aştî hema niha”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û alên DBP’ê li eywana kongreyê hatin daliqandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, partiyên Tifaqa Kurdistanî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de ji ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn rêz hate girtin û piştre endamên dîwanê hatin hilbijartin.

Ciwan û welatiyên ku beriya kongreyê govend gerandin, Sirûda Çerxa Şoreşê gotin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê yê berê Hasan Ozguneş li ser navê dîwanê axivî û beşdar silav kir. Ozguneş, diyar kir ku niha navenda wê Kurdistan li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û rizgariya Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e ku niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin.

Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û beşdar silav kir. Aydenîz, bal kişand ser girîngiya kongreyê ya di demekî ku zext zêde hene de. Aydenîz, ev tişt anî ziman: “Em di serdemekî krîtîk de ne. Dê xwebirêxistinkirina me ya li dijî zext, êrîş û zordariyê bidome. Hêzên kapîtalîst niha li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dikin. Li dijî krîz û aloziya ku pergala kapîtalîst afirandiye, gelê kurd pergala xwe ava dike lewma hîn bêhtir rastî êrîşan tê.”

Bi domdarî Aydenîz got ku heman êrîşên Îsraîl li Filistînê dike, Tirkiye jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku ji bo Filistînê dengê xwe derdixînin, li dijî êrîşên ser Rojava bêdeng in. Ev kes, durûtiyê dikin. Şerê îro li Rojava tê kirin, şerê di navbera modornîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye. Li dijî pergala bi pêşengtiya jinan li Rojava hatiye avakirin êrîş hene. Dewleta Tirk îro li ser xaka Kurdistanê bi rola Îsraîlê radibe. Em van êrîşan şermezar dikin.

Em her roj bi operasyonên qirkirina siyasî yên nû hişyar dibin. Li girtîgehan binpêkirinên mezin hene. Em, hemû girtiyên li dijî van binpêkirinan li ber xwe didin silav dikin. Hewl didin bi polîtîkayên tecrîdê, girtîgehan veguherînin malên êşkence û mirinê.

JI BO AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN BANG KIR

Azadî û demokrasiya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi aştiyeke birûmet pêkan e. Nifteya vê jî di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Di serî de rewşenbîr û nivîskar, banga me li her kesî ew e ku li dijî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê. Divê hemû kes ji bo azadiya birêz Ocalan li ser piyan be. Em jî dê li ser piyan bin. Divê birêz Ocalan bikare ji bo aştiyeke birûmet bi rola xwe rabe. Ji bo vê jî divê tecrîd were rakirin.”

Aydenîz, bal kişand ser girîngiya Rêya Sêyemîn û got ku dê ji bo serkeftina di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de têbikoşin. Aydenîz, spasiya rêveberiya berê kir û ji bo rêveberiya nû jî daxwaza serkeftinê kir.

Piştî axafinan, raporên darayî û xebatan hatin xwendin. Piştre jî Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz weke Hevserokên DBP’ê ya Amedê hatin hilbijartin.