Kongreya Ciwanan dest pê kir

2. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir.

2. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şiyara 'Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike' dest pê kir.

Kongre li Salona Kongre û Konferansê ya Geterler a li navçeya Baglar a Amedê pêk tê û bi hezaran ciwan tevlî bûne.

Polîsên Tirk dor li salona kongreyê girtin û ciwanên hatine kongreyê kontrol kirin. Ciwanên HDP'yî piştî kontrolê ketin hundirê salonê.

Endamên Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (DEV-GUÇ), Partiya Şoreşger, ji Herêma Kurdistanê endamên Yekîtiya Xwendekaran a Partiya Komunîst a Kurdistanê û ji Îranê jî endamên Yekîtiya Ciwanan tevlî kongreyê bûn.

Pankartên bi nivîsa "Çi dibe bila bibe, encam wê bêhempa be", "Bi ruhê jinên ciwan xwe bi rêxistin bike, tecrîdê bişikîne", "Bi têkoşîna yekbûyî ya ciwanan xwe bi rêxistin bike, faşîzmê hilweşîne", "Ji bo zanîngeha azad û xweser serî hilde" û "Em bi ruhê jinên ciwan ên azad xwe bi rêxistin bikin, azad bibin" li salona kongreyê hatin daliqandin.

Ciwanên ku ji çar aliyên welêt hatin Amedê, beriya destpêkirina kongreyê govend gerandin. Jinên ciwan bi kincên gelêrî tevlî kongreyê bûn. Ciwanên ku salona kongreyê dagirtin, li ber strana "Dîren ha Diyarbekir" govend gerandin.

Dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "PKK gel e, gel li vir e", "Jin jiyan azadî" li salonê deng vedan.

Kongre bi axaftina qisekeran dewam dike.