Kongreya 4'an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dest pê kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê kongreya xwe ya 4'emîn li dar dixe. Kongreyê bi tevlîbûna 250 delegeyên ji pêkhateyên Şengalê hemûyan dest pê kir.

Kongreya 4'an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi dirûşma "Rêveberiya Xweeser pira gihandina azadiyê ye", dest pê kir. Di destpêka kongreyê de sînevîzyonek li ser karên Rêveberiya Xweser a Şengalê hate nîşandan.

Kongre bi beşdariya 250 delegeyî pêk tê û wê 2 rojan dewam bike.

Li gel nûnerên pêkhateyên Ereb, Şîa û Mesîhiyan, her wiha oldar, rûspî, hunermend, rojnamevan, karker û kedkar di kongreyê de amade ne. Di nava mêvanan de Êzidiyên ji Ewropa û Rûsyayê jî hene.

Di kongreyê de nûnerên Mesîhî, Şîa û Ereb, hem weke mêvan, hem jî weke delege tevlî bûne. Ev beşdarî jî weke gaveke girîng û dîrokî ji bo pêkhateyên herêmê hemûyan tê dîtin.

Rêveberiya Xweser bi vê nêzîkatiya xwe, dixwaze bibe modelek ji çareseriya pirsgirêkên li Iraqê hemûyan re. Kongre bi axaftina delegeyan dewam dike.

Yekemîn kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, piştî fermana 2014'an hatibû lidarxistin û weke bersiva li fermanê hatibû nirxandin.