Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê têkildarî êrîşên dagirker û meşa ji bo Efrînê ya di 3’ê Sibatê de ew ê were lidarxistin îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Daxuyaniya KONGRA-GEL’ê wisa ye:
“Dewleta Tirk a ku dixwaze pergala dewleta faşîst bidomîne, bi êrîşên li dijî Efrînê re dixwaze pêşiya Şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bigire.
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, ne bi tenê li dijî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye, di heman demê de ev êrîş li dijî dahatûya azad a gelên Rojhilata Navîn e jî.
Tifaqa faşîst a Erdogan û Bahçelî li Efrînê li dijî sîvîlan jî qetlîamê dike. Vê tifaqa faşîst bendav, camî, mekanên dîrokî û gundan bomberdûman dike.
Saziyên navneteweyî û dewletên hene jî li hemberî êrîş û qetlîamên dewleta Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bêdeng dimîne û bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarê sûc. Ev sazî û dezgeh li hemberî Erdogan ê ku piştgiriya DAÎŞ’ê dike, bêdeng dimînin.
Ji bo hilweşandina faşîzma Erdogan-Bahçelî em bang li hemû jin, ciwan, demokrat û gelên xwe dikin ku bila berxwedanê geştir bikin. Roj roja têkçûna faşîzmê ye.
Gelê me yê ku bi giyanê Avesta Xabûr li ber xwe dide, teqez ew ê bi ser bikeve. Di vê çarçoveyê de em berxwedana şervan û gelên Efrînê silav dikin û em bang li hemû kesan dikin ku vê berxwedana li Efrînê geştir bikin.
Di 3’ê Sibatê de ji bo xwedîlêderketina Efrînê ew ê li her dera cîhanê meş û mîtîng werin lidarxistin. Ji ber vê jî divê her kes bi awayekî girseyî tevlî van meş û mîtîngên di 3’ê Sibatê de bibin. Roj roja xwedîlêderketina Efrînê ye.”