KONGRA-GEL: Salvegera damezrandina PKK'ê li mirovahiyê pîroz be

KONGRA GEL salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Divê gelên me bi ruhê seferberiyê tevlî sala 40'î ya têkoşînê bibe."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL li ser salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'EM Ê ARMANCÊN ŞEHÎDAN BI SER BIXÎNIN'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Salvegera 39. a damezrandina PKK'ê di serî de li Rêber Apo li hemû hevrêyan, malbatên şehîdan û gerîla, li gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, hemû dostan û mirovahiyê pîroz be. Em hemû şehîdên xwe ku bi lehengiyeke mezin têkoşiyan û roja damezrandina PKK'ê ji bo gelê me kirin cejna vejînê, bi vê wesîleyê careke din bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin.

PKK ku diyariya Rêber Apo ji bo gelên Kurdistanê û mirovahiyê ye; di rastiya gelê Kurd de ku bi neteweperestiya netewe dewletê erdnîgariya wê hate parçekirin û talankirin, gihand wê astê ku pêşengiyê ji damezrandina sîstema konfederal demokratîk a gelên Rojhilata Navîn re bike. PKK navê têkoşîna bêhempa ya afirandina vê rastiya gel e.

Rêber Apo, rastiya gelê Kurd ku sîstema kapîtalîst a cîhanê ya hegemon û dewletên mêtinger olîgarşîk dixwestin tine bikin, ji ber tinebûnê rizgar kir û gihand nava jiyana azad. PKK berhema herî mezin a Rêber Apo ye. PKK ku sala 1978'an weke partiyekê ava bû, bi asta ku di têkoşîna rastiyê de xwe gihandiyê, di serdema heyî de li Rojhilata Navîn di damezrandina sîstema konfederalîzma demokratîk de weke hêza îdeolojîk û felsefîk cih digire. Rêber Apo ku rêberê damezrîner ê sîstema civakî ya xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadîparêziya jinê, tevî berhema xwe ya herî mezin PKK'ê, ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî û civakî yên veguehrîne kangrenê, bûne hêvî.

Li Rojhilata Navîn ku 3. Şerê Cîhanê lê diqewime, sîstemên netewe dewlet ên olîgarşîk hildiweşin, konfederalîzma demokratîk weke yekane projeya çareseriyê derdikeve pêş û xwe dide qebûlkirin. Şoreşa civakî ya ku li Sûriyeyê li ser bingeha neteweya demokratîk bi pêşengiya jinê pêk tê, di serî de bingeha dewleta Tirk, bingeha hemû dewletên olîgarşîk ên li Kurdistanê serdest in dihejîne û bûye tirsa dilê wan.

'XETA ME YA SOR'

Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên 100 salî yên dewleta Tirk têk diçin. Ji ber vê yekê dijminatiya li Rêber Apo û destketiyên gelê Kurd derxistiye asta herî bilind. Tecrîda li ser Rêber Apo ku li cihekî din nehatiye dîtin, gefên li tenduristî û jiyana wî, ji bo gelê me û tevgera me xeta sor e.

Kampanyayên ku jin û ciwanan ji bo xwedîderketina li Rêbertî dane destpêkirin, armanca bingehîn a têkoşîna sala 40'î ya PKK'ê ye. Em pêngava 'Sîstema Îmraliyê parçe bike, Rêbertî azad bike' ya tevgera jinan û pêngava 'Serî hilde' ya Komalên Ciwanên Kurdistanê silav dikin. Û di wê baweriyê de ne ku her du pêngav wê di vê pêvajoyê de roleke diyarker bilîzin.

BANGA LI HEMÛ CIWAN Û WELATPARÊZAN

Azadiya Rêber Apo û çareseriya doza Kurd di serî de Tirkiye demokratîkbûna hemû Rojhilata Navîn e. Gelên me di sala têkoşînê ya çilî de li ser ve bingehê divê xwe asê bike û bi giyanê seferber tevlî vê pêvajoyê bibe. Di nav vê çarçoweyê de di serî de mekanên me yên azadiyê çiyayên me li hemû qadên jiyanê em bang li ciwanên xwe dikin ku tevlî têkoşînê bibe.

Ji bo hevalbendiya faşîst a AKP-MHP'ê ku tinekirina her cure nirxên gelê me ji xwe re kirine mijara manûnemanê, hilweşînin û ji bo sala 40'î ya ku bi hemû hêza xwe em ê têkoşînê bikin em bikin sala serfiraziyê peywira rûmetê ya hemû welatparêzan e ku bersiveke rast bidin bangên Tevgera Jina nû Komalên Ciwan ên Kurdistanê.

Li ser bingeha ku sala 40'î ya PKK'ê em bikin sala fînalê û serfiraziyê em 'Cejna Partiyê' ya gelê me û hevrêyên me careke din pîroz dikin û serketina mezin dixwazin."