KONGRA GEL: Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşîna xwe xurtir bikin
KONGRA GEL rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Azadiya Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelên me û destpêkirina pêvajoyeke nû li gelemperiya Rojhilata Navîn."
KONGRA GEL rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Azadiya Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelên me û destpêkirina pêvajoyeke nû li gelemperiya Rojhilata Navîn."
Dîwana Serokatiyê ya KONGRA GEL, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke nivîskî weşand.
Di peyamê de hat gotin, "Sala 68'an a rojbûna Rêber Apo, di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, gelên Kurdistanê, jinan û mirovahiya pêşverû pîroz be. Ev bûyina ku jiyan û mirovê azad afirand, ji Kurdistanê dest pê kir û rêya rastiyê nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn, jinan, kedkar û bindestan dide.
Bi kesayetî, jiyan û paradîgmaya xwe ya civakî ku xwe dispêre azadiya jinê-ekolojîk demokratîk, gelên Kurdistanê ji ber tinebûnê rizgar kir û ji bo hemû nasname, bawerî û gelên Rojhilata Navîn bû misogeriya jiyana azad.
Rêber Apo, bi mirovê azad, civaka demokratîk û çanda berxwedanê ku di encama têkoşîna xwe ya 68 salan de afirand, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gel, jin û baweriyên xwe gihandin rastiya Abdullah Ocalan, bû rêber.
Weke gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê, em gelekî xemgîn in ku rojbûna 68. a Rêber Apo di nava şert û mercên esaretê de pêşwazî dikin û ji ber vê yekê em gelekî bi hêrs in. Azadiya Rêber Apo, ku emrê xwe da ronîkirina rastiya jiyanê ji bo gelan û mirovahiyê, wezîfeyeke exlaqî û însanî ya her kesî ye.
Li hemû qadên gelên Kurdistanê lê ne û li hemû welatên dostên me yên ku rastiya Rêber Apo nas kirine, 4'ê Nîsanê weke rojbûna mirovê azad û jiyana azad tê pîrozkirin.
Bi vê coş û kelecana xwe gihandina Rêbertî, lazim e em tevahiya salê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbe Apo geş bikin. Şert û mercên serxistina vê yekê ji her demê bêhtir in. Faşîzma Erdogan û dewleta Tirk li hundir û derve tengav bûye. Azadiya Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelên me û destpêkirina pêvajoyeke nû li gelemperiya Rojhilata Navîn."
'EM BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'
Di dawiya peyama KONGRA GEL de hat gotin: "Ji bo sala 2017'an bibe sala azadiya Rêber Apo, weke hevrêyên Rêber Apo, ji bo em deynê xwe yê însanî û exlaqî bi azadkirina wî bidin, em bang li her kesî dikin ku li her qada têkoşînê, berxwedanê geş bikin."