KONGRA-GEL: Em 2019'an bikin sala Rêbertî

KONGRA-GEL diyar kir, di sala 2019'an de wê faşîzm bê têkbirin û got, "Ji bo sala 2019'an bikin sala Rêbertî, divê gelê me têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bike."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo sala 2019'an peyamek weşand û got, "Sala nû li Rêber Apo, li gelên Kurdistanê, li hevrêyên me hemûyan ên li her çeper û qadê li ber xwe didin û li mirovahiya pêşverû ku ji bo jiyaneke demokratîk û azad li ber xwe dide, pîroz be."

'EM DIKARIN FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN'

Di peyamê de hate ragihandin, sala 2019'an wê ji bo gelê Efrînê yê berxwedêr bibe sala serketin û azadiyê û hate gotin, "Bi vê bîr û baweriyê, em sala nû li wan pîroz dikin û ji berxwedana Efrînê ku li rûpelên zêrîn ên dîrokê cih girtiye, di têkoşîna wan de serketinê dixwazin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi bîr xist ku sala 2018'an li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha gerîlayên azadiyê û gelê Kurdistanê di serî de li Efrînê li her deverê li dijî mêtingeriyê bi rengekî bê navber li ber xwe dan û got, "Krîza li nava sîstema dewleta Tirk a faşîst ji ber vê yekê giran bû. Sala 2019'an eger hemû bindest li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşînê mezin bikin, wê çaxê em ê karibin faşîzmê têk bibin. Şert û mercên siyasî û aborî yên vê yekê hene. Di vê demê de girîng e her kes a ji dest tê bike û di hilweşandina faşîzmê de bi rola xwe rabe."

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HATIN SILAVKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir û li gelemperiya Kurdistanê û derveyî welat belav bû û hate gotin, vê çalakiyê ji niha ve mohra xwe li sala nû xist. Di daxuyaniyê de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê bi rêzdarî hatin silavkirin.

'EM BIKIN SALA RÊBERTÎ'

KONGRA-GEL bang li gelê Kurdistanê kir ku bi şiyara 'Em tecrîda li Îmraliyê bişikînin, faşîzmê li Tirkiyeyê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' li dora çalakiyên greva birçîbûnê bicivin û ji bo sala 2019'an bikin sala Rêbertî, têkoşîna azadî û demokrasiyê di asta herî bilind de bimeşînin.

Di peyamê de hate gotin, "Bi hilweşandina faşîzma dewleta Tirk re ne tenê wê pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn vebe, di heman demê de li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê wê li Tirkiyeyê û welatên herêmê hemûyan, rewşeke siyasî ya jiyaneke aştiyane û aram a gelan derkeve holê. Ji ber vê yekê, sala 2019'an ji bo paşeroja azad demokratîk a gelên Rojhilata Navîn saleke stratejîk e. Em hêvîdar in ku ji gelên me re bibe wesîleya azadiyê."