KONGRA GEL: Dem dema geşkirina berxwedana azadiyê ye

KONGRA GEL berxwedana çalakiya grevên birçîbûnê silav kir û banga berxwedan û çalakiyê li her kesê kir.

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL têkildarî berxwedana greva birçîbûnê ya zindanan ku kete roja 30’î daxuyaniyek da û bang kir ku bi girtiyan re piştevanî bê kirin û çalakî werin geşkirin.

KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalan:

‘BERXWEDANA GIRTIYAN ENCAM GIRT’

“Ji destpêka Tekoşîna Azadiyê heta niha girtiyên azadiyê di demên herî tarî de bi berxwadanên xwe her tim li ser pêvajoyê dewrekî dîrokî leyîstin û pêşiya gel û tevgerê vekirin.

Greva birçîbûnê ya li zindanan ku ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe destpêkiriye, îro gêhîşt roja 30’emîn. Di dema derbasbûyî de dîsa li zindanan bi pêşengtiya birêz Leyla Guven, berxwedana hate kirin û encam hate standin. Niha jî berxwedanên zindanan pêşengtiya pêvajoyê dike. Em bi dil û can berxwedanên zindanan silav dikin.

Dayikên Wargeha Mexmûrê jî ji bo piştgirîya berxwedanên zindanan, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe berxwedanê bilind kirin. Dayikên Wargehê dayikên şehîdan in, dayikên gerîla ne, em berxwedana wan pîroz dikin, dil û can silav dikin.

‘PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE BELAVÎ HER DERÊ BÛ’

Pêngava KCK’ê ya bi diruşma “Bes e ji tecrîd, faşîzmû dagirkerî, dema azadiyê ye” li welat û derveyî welat li hemû deveran bilav dibe. Em gelên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê, li zindanan û derveyî zindanan, bi tekoşîna azadiya Rêber Apo em dikevin sala nû. Li ser vî esasî jî wek gel û tevger em ê mohra tekoşîna xwe li vê salê bidin.

‘JI BO SERKETINÊ Û GIHIŞTINA ENCAMÊ BERXWEDAN DIVÊ BÊ MEZINKIRIN’

Lê belê ji bo em bigêhêjin armanca xwe, tenê berxwedanên zindanan têrê nake. Pêwîst e welat û derveyî welat, xwedî derketina li berxwedana zindanan li her deverê geş bibe. Ji ber ku ev dem dema têkçûna faşîzmê ye. Ji ber vê yekê jî faşizm ji bo têk neçe, Bakûr-Başûr-Rojava li her deverê êrîşên xwe berfireh. Sedemên van êrîşan hêzbûna dewleta faşîst nîne, berovajî dewleta faşîst ji hemû deman zêdetir di vê demê de tengav e. Ji ber vê yekê jî li hemberî faşîzmê pêwîst e li her deverê berxwedan bête bilindkirin, em nehêlin ku faşizm ji vê kriz û kaosê derbikeve û xwe rizgar bike.

‘FAŞÎZIM TÊK NEÇE ÇARESERÎ Û AZADÎ ÇÊNABE’

Pêwîst e gelên Kurdistanê baş zanibe heta ku ev rejîma faşîst AKP-MHP têk neçe, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê me çareserî û azadî çênabe. Ji ber vê yekê jî pêwîst e gelê çar perçeyên Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê, bi rûhê yekîtiya neteweyî berxwe bidin. Di vê dema têkçûna faşîzmê de kî alîkarî û xizmeta dewleta Tirk bike ne dîrok ne jî gelê Kurdistanê tu car wiya efû nake. Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd a herî mezin e, xizmeta dewleta faşîst ji bo partiyên Kurd pêwîst e bibe xetta sor û gor vê rastiyê tevbigere.

‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’

Em li ser vî esasî car din berxwedanên zindanan silav dikin, ji gelê xwe re dibêjin ku dem dema azadiyê ye. Kî çi destê wê/wî tê pêwîst e nehêle sibê, di vê demê de pêk bîne û derveyî serketinê tiştekî qebûl neke.”