Konferansa Platforma Zimanê Kurdî li Amedê dest pê kir

Konferansa Platforma Zimanê Kurdî ya bi dirûşma, ''Zimanê me nasnameya ye, zimanê me hebûna me ye'' li Amedê dest pê kir.

Konferana Platforma Zimanê Kurdî ya ku ji partiyên siyasî ava bûyî bi dirûşmeya, ''Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye'' li otêleke Sûrê ya Amedê dest pê kir.

Di konferansê de ya bi çarçoweya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pêk hatî, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û her wiha Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevşaredarê Êliê Mehmet Demîr jî hazir e.

Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî got çi gava ku ji bo Kurdî were avêtin pir girîng e.

Di konferansê de Rêveberê Bajêr ê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altûn li ser mijara, ''Ziman û Perwerdehiyê'', Hevserokê KKP'ê Sînan Çîftyurek li ser ''Ziman û Gel'', Berevkê Platformê Şerefxan Cizîrî li ser, ''Ziman û Ronkahiyê'' û ji PSK'ê Hasan Dagtekîk jî li ser, ''Ziman û Fermiyet''ê wê biaxive.