Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava hat taloqkirin
Konferansa Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dihat payîn di 18’ê Nîsanê de bê lidarxistin, hat taloqkirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çavkaniyek ji Komîteya Amadekar a Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava ragihand ku lidarxistina konferansê hatiye taloqkirin. Heman çavkaniyan diyar kir ku sedema taloqkirina konferansê ji ber hin mijarên teknîkê yên têkildarî hin aliyên beşdara nin û got xebatên wan ên li dar xistina konferansê di demeke nêz de, tevî beşdariya girseyî û aktîf wê bidome.
Li bendê bû ku encamên danûstandinan û belgenameya yekîtiya partî, hêz û rêxistinên Kurdî di Newrozê de bihata aşkerakirin lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan eşkerekirina encamên danûstandinan taloq kiribû.
Hat diyarkirin ku hêz, partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser daxwaza gel li ser belgeya yekitiyê li hev kirin. Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye, tekeziyê li ser avakirina komîteyeke ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd bi desthilata Şamê re, bidestxistina mafên Kurdan û tevlêkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dike.