Konferansa Mezin a DBP'ê li Amedê destpê kir

Konferansa DBP'ê bi dirûşma 'Em bi civaka rêxistinbûyî jiyana azad ava bikin" bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) beriya Kongreya Awarte ya 6'emîn ku wê 12'ê mijdarê li Enqereyê pêk bîne, li navçeya Rêzan a Amedê li saloneke dawetê bi dirûşma 'Bi civaka rêxistinbûyî em jiyana azad ava bikin' konferanseke mezin lidar dixe. Di konferansê de wê belgeya helwestê ya DBP'ê ya li ser dema nû bê eşkerekirin. Bi hezaran kes di konferansê de li hev kom bûn.

Salon bi ala partiyê hate xemilandin û pankartên bi nivîsa "Jin jiyanê bi rêxistin dike" û "Em ê bi civaka rêxistinbûyî jiyana azad ava bikin" hatin daliqandin.

Hem ji bajêr hem jî ji herêmên li derdorê bi hezaran kes serê sibehê li hev kom bûn û berê xwe dan salona konferansê.

Li gel bi hezaran kesî her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Tulah Hatîmogûllari Orûç û Tûncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Jinûve Avabûnê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî konferansê bûn.

Li salona konferansê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bilind bûn. Konferans bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna DBP'ê dewam dike.