Konferansa Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê bi serkeftî bi dawî bû

Konferansa 2’emîn a Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê bi hilbijartina Hevserokên nû Şeniyar Resûl û Resûl Hesen û Meclîsek 25 kesî ve bi dawî bû.

Konferansa 2’an a Gel a Binarê Qendîlê îro danê sibehê bi tevlîbûna 50 endaman ve destpê kir. Piştî nîvro bi xwendina rapora siyasî ya kar û xebat û gotubêjkirina li ser wan, endamên duyemîn konferansê di çend xalên destûra navxweyî ya meclîsê de guhertin çêkirin û bi hilbijartinek demokratîk ve Şeniyar Resûl û Resûl Hesen wek Hevserokên nû yên Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartina hevserokan, hilbijartina endamên meclîsê ya ji bo 2 salên li pêşiya me çêbû û 25 endam ji herêmên Balayan, Marado (Şehîd Harûn), Navedeşt, Sûredê, Dolî Şaroş û Qeletûkan wek Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinan her du hevserokên nû li pêşberî endamên konferansê soza xwe dan ku di nava du salên li pêşiya me de xizmeta herêmê bikin û ji pirsgirêkên navçeyê re bibin bersiv.

Di dawiya konferansê de Hevserokê nû yê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Resûl Hesen bi peyamekê spasiya hemû pêkhateya konferansê kir û got: “Em wek Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê destê biratî û alîkariyê dirêj dikin û hewldidin ji bo xizmetguzariyê bi hikumeta Herêm, îdareya sînor, Şarevaniya Binarê Qendîlê û aliyê peywendîdar re hemû hêza xwe bêxin tevgerê.”

Hesen her wiha bal kişande ser wateya konferansê û got: “Konferansa me bersivek bû ji bo hemû dagirkerên Kurdistanê, wek meclîs ji bo xizmetkirina gelê navçeyê û çareserkirina pirsgirêkan em hemû hewldana xwe bidin.”