Konferansa Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdisanê pêk hat

Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Silêmaniyê 4’emîn Konferansa xwe ya Asayî pêk anî û rêveberiyên nû hilbijartin.

Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê, 4’emîn Konferansa xwe ya Asayî ku li Otela Perêj a Silêmaniyê pêk anî bi hilbijartina rêveberiyên nû ve bi dawî kir.

Di konferansê de bi dengên zêde 19 kes weke endamên Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê hatin hilbijartin.

Piştî diyarbûna rêveberiyên nû, têkildarî encam û girîngiya konferansaê Îbrahîm Mihemed wiha axivî: “Hêvî dikîn ev konferans, bibe pêngavekî nû û mezin a ber bi serkeftinê ve.Ev serkeftine bibe bingehê serkeftin û yekîtiya gelê Kurd. Bibe bersiva daxwazên tevahî şehîdan. Ji bo yekîtiya netewî xebat bikin ku ew jî lidar xistina kongreya netewî ye.”