Konferansa HDP'ê: Gelê me wê ji bilî azadiyê tiştekî qebûl neke!

HDP'ê ji ber êrişa polîsan konferansa xwe ya li Amedê li derve pêk anî. Di konferansê de hate gotin, "Gelê me ji bilî jiyan û paşerojeke azad wê ti tiştekî din qebûl neke. Muxetebê çareseriyê jî Birêz Ocalane ."

Konferansên herêmî yên HDP'ê ku bi dirûşma "Têkoşîna mezin, meşa mezin" tên lidarxistin, bi konferansên li Amed û Çûkûrovayê bi dawî bûn. Beriya niha bi mijarên cuda li herêmên Derya Reş, Anatoliya Navîn, Marmara, Ege û Serhedê konferans hatibûn lidarxistin.

Konferansa herêma Amedê jî bi mijara "Pirsgirêka Kurd û çareseriya wê" bi beşdariya Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tayîp Temel, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclîsa Ciwanan Dersim Dag, hevberdevkên herêmê, hevserokên HDP'ê yên Amedê û bi sedan kesên ji herêmê li Amedê pêk hat.

Ji ber ku polîsan dor li salona konferansê girtin û êrişî girseya gel kirin, demekê rageşî çêbû. Polîsan êrişî wekîlan kirin û parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di dema vê êrişê de birîndar bû.

Piştre beşdarên konferansê biryar dan ku li derve civîna xwe li dar bixin. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan destpêkê axivî û got, "Hêza kesî têrê nake ku pêşî li me bigire. Em ê li her derê konferansên xwe lidar bixin û karên xwe yên siyasî bikin."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tayîp Temel piştre axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne, "Li aliyekî şer, zext û êriş hene, li aliyê din jî berxwedan û têkoşîneke mezin tê meşandin. Li aliyekî xiyanet û nokerî, li ailyê din jî xwedîderketina li welatparêzî û nirxên bi rûmet heye."

Temel diyar kir ku hewl tê dayin ku Kurd sed saleke din jî bêstatu bimînin û destnîşan kir ku li dijî vê hewldanê berxwedaneke mezin heye."

Tayîp Temel got, "Dixwazin gelan bêhêvî bihêlin, têkoşîna azadiyê tasfiye bikin. Lê wê nikaribin. Berxwedan wê bi ser bikeve."

'MUXETEBÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E'

Temel işaret bi rêya çareseriyê kir û got, "Rêya çareseriyê diyar e; salên 2013-2015'an li vî bajarî bi milyonan kes daketin qadên Newrozê û li pêşberî şahîdiya wan, îradeya çareseriyê hate destnîşankirin. Ji wê rojê û vir ve Kurd xwedî li wê îradeyê derdikeve. Lê belê bi tecrîdê dixwazin wê îradeyê bişikînin. Dixwazin çareseriyê ji holê rakin. Zanin ku dema çareserî bibe wê hilweşin. Lewma dixwazin gelên Tirkiye û Rojhilata navîn bi şer û krîzan bênefes bihêlin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser îradeya çareseriyê ye. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e."

Tayîp Temel got, "Em careke din ji Amedê bang dikin" û wiha dewam kir, "Daxwazên gelê Kurd diyar e. Ji bilî jiyan û paşerojeke bi rûmet tiştekî din qebûl nake. Gelê me azadiya nasname û zimanê xwe dixwaze. Dixwaze asîmîlasyon bi dawî bibe, wekhevî çêbibe û jiyaneke hevpar dixwaze. Em şer naxwazin. Em krîz û tevlîheviyê naxwazin. Rêya vê jî diyalog û danûstandine. Navnîşana çareseriyê jî diyar e; muxetebê çareseriyê Birêz Ocalan e."

DAG: EM Ê LI HER DERÊ BERSIVÊ BIDIN FAŞÎZMÊ

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî işaret bi êrişa li konferansa wan û êrişa li hemberî cenazeyê siyasetmedara Kurd Aysel Dogan kir û got, "Îro jî xwestin konferansa me asteng bikin. Gelê Kurd rêxistiniya xwe nîşan da û got, 'Her der cihê rêxistinbûnê ye, em ê li her derê konferansa xwe bikin'. Faşîzm îro hewl dide serî li HDP'ê bide tewandin: Lê belê gelê Kurd, HDP ti carî serî natewîne. Ciwanek bi tenê jî bimîne wê vê faşîzmê têk bibe. Em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin, berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê mezin dikin. Çi dibe bila bibe gelê Kurd wê bi ser bikeve. Serketin a me ye."

OZTURK: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ WÊ BERXWEDAN BI SER BIKEVE

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku tirsa faşîzmê mezin bûye, lewma dixwaze konferansa wan asteng bike û got, "Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ji me re dibêjin 'em zimanê we qebûl nakin'. Lewma dikujin, koçber dikin, tune dihesibînin. Weke gelê Kurd me ev yek qebûl nekir. Bala xwe bidin ser dîroka Kurd û Kurdistanê; ti carî nekarîn Kurdan tine bikin. Bi hezaran ji wan bi siwarî hatin vê derê, lê bi peyatî çûn. Em ê li çar aliyan AKP'ê têk bibin. Gelê me, dostên me aştî û demokrasiyê dixwazin. Jiyaneke bi hev re, demokratîk û aştiyane dixwazin. Armanca me, îdeolojiya me mezin e. Heta niha li hemberî zor û zehmetiyan em ti carî biçûk nefikirîn. Me ji bo şexsê xwe tiştek nexwest." Berdan Ozturk destnîşan kir ku rêya aştiyeke bi rûmet ji Îmraliyê derbas dibe û got, "Li dijî faşîzmê em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin."

GUNAY: ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ YE

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Temînata aştiyê li vî welatî Ocalan e. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ti zext û zordarî wê nikaribe me ji têkoşîna me vegerîne. HDP li ser piyan e."

BAŞARAN: HÛN NIKARIN ME ASTENG BIKIN

Ayşe Acar Başaran piştre axivî û got, "Hewl didin ku siyaseta me ya demokratîk asteng bikin. Êrişên ku îro kirin dewama êrişên bi salan e. Piştî ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re hatin qedandin, dijminatiya li Kurdan gihandin asta herî bilind. Ji hingî ve li her qadê êrişên bi heman rengî têne kirin."

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Wezareta Karên Hundir û hêzên wan ên ewlekariyê bi karê provokasyonê radibin û got, "Ya ku îro hate kirin li destûra bingehîn a 80'î jî nayê. Ev welat bi biryarên şexsekî tê birêvebirin." Ayşe Acar Başaran got, "Hûn ê nikaribin me asteng bikin. Her qad ji bo me qada kombûna konferansê ye, qada rêxistiniyê ye. HDP fikreke, ev fikir wê li her qadê hebe."