BI DÎMEN

Komplo li Daqûqê hate protestokirin

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Daqûqê ya girêdayî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi meşekê hate protestokirin.

Meşa ku ji aliyê Komîteya Ji Ocalan Re azadî ve hate organîzekirin ji navenda sûda bajêr destpê kir. Li pêşiya navenda ciwanan jî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hevserokaTevgera Azadî yê Kerkûkê Reyhan Hemedî axivî û diyar kir ku komplo di encama berxwedana Ocalan û gelê Kurd de hate valaderxistin. Hemedî destnîşan kir ku bi vî awayî li hemû Kurdistan û cîhanê xwedî li fikir û felsefeya Ocalan derketin.

Di serî de Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê Herêma Kerkûkê Reyhan Himadî axivî û wiha got; "Em komploya li dijî Rêber Apo ya ji aliyên welatên cîhanê ve pêk hatî şermezar û mehkûm dikin. Armanca vê komployê ew bû ku gelê Kurd bê Rêber bihêlin û di kesayeta Rêber Apo de Tevgera Rizgarîxwaza gelê Kurd ji tine bikin, lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe û bi wan pirtûkên li girtîgehê nivîsand, rêya azadiyê ronî kir. Xebata gelê Kurd pêş xist. Pîlanên dijmin vala derxist."

Reyhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser astengiyên asayîşa PDK'ê ya li dijî meşa ciwanan û wiha got: "PDK'ê rê neda meşa ciwanan a bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê li Silêmaniyê destpê kir, bikeve Hewlêrê. Em vê nêzîkbûna PDK'ê şermezar dikin. PDK bi vê helwesta xwe xizmeta dagirkerên Kurdistanê dike. Wê sala 2017'an bibe sala azadiya Rêber Apo."

Piştre jî li ser navê Komîteya Partiya Komunîsta Kurdistanê ya Daqûqê Hewrê Tayîb axivî û wiha anî ziman: "Em weke Partiya Komunîsta Kurdistanê roja reş şermezar dikin. Daxwazê dikin ku demildest Rêber Apo bê azad kirin. Ji ber ku Rêber Apo Rêberê gelên bideste. Li Tirkiyeyê heta niha komplo berdewame, ji ber ku heta niha jî parlamenterên HDP'ê digrin. Li ser gelê Kurd komkujiya pêk tîne. Lê bila baş bizanibin tevî hemû êrîş û zextan jî îro Kurd ji bo azdiyê li qadanin.

Tayîb bal kişand ser têkoşîna gerîla û pêşmergeyan û got: “Gerîşa ji bo hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dike û ji bo vê xwîna xwe dirêjin. Li eniyên Daqûqê li ceperên pêşmergeyan de mil bi mil parastina gelê Kurd dike. Ji bo vê hemuyan silav dikim. Her wiha spasiya hemû welatiyên Daqûqê dikim ku îro ji bo şermezarkirina komployê li qadanin.