Komkujiya Roboskê li Payizava hate şermezarkirin

Komkujiya Roboskê li navçeya Payizava ya Wanê hate şermezarkirin. Hate gotin ku berpirsên komkujiyê têne parastin.

Komkujiya Roboskê ya ku bi balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Qileban a Şirnexê pêk hatî li Wanê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya çapeminiyê ya li Payizava pêk hatî de, rêveberên HDP'ê û BDP'ê yên navçeyê û endamên TJA'yê jî tevlî bûn.

'HÊ JÎ BERPIRS TÊNE PARASTIN'

Endama TJA'yê Elîf Yîgît daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, ''Komkujiya Roboskê ji komkujiyên Komarê yên li dijî Kurdan tenê yek jê ye.. Li Roboskê 34 welatiyên me hatine kuştin. Komkujiya 33 Gule ya li Payizava a 1943'an û Komkujiya Roboskê ji hêla heman hişmendiyê ve hatine kirin. Berpirsên komkujiya ku beriya bi 7 salan hatiye kirin, nehatine darizandin û em dizanin ku têne parastin jî. Em careke dî kesên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin, heta ku ji komkujêran hesab were pirsîn em ê dozê bişoînin.''