Komkujiya Parîsê li Mexmûrê bi meşekî girseyî hat protestokirin

Komkujiya Parîsê li Mexmûrê bi meşekî girseyî hat protestokirin û ev peyam hat dayîn, “Dijmin bi qetilkirina pêşengên me hewl dide îradeya gelê Kurd tine bike. Em ê tu carî rê nedin vê.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya 23’yê Kanûnê meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de şehîdên komkujiyê hatin bi bîr anîn û kujer û aliyên li pişt komkujiyê jî hatin şermezarkirin.

Ji bo Endama Desteya Rêveber ya KJK’ê Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurahman Kizil ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn şehîdkirin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê meşekî girseyî hat lidarxistin.

Xelkê wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û heta ber avahiya Netewên Yekbûyî meşiyan. Di nava meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer, Abdurahman Kizil hatin hilgirtin.

Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Komkujiya Parîsê Rûreşiya Cîhanê", "Tolhildan!" hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY’ê li vê derê daxuyaniyek hate dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeya şehîdên Komujiya Parîsê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyaona Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan di destpêka axaftinên xwe de komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em di kesayeta Şehîd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil de hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin. Îro hestên me pir cudane. Ji ber ku komkujiya ku li Parîsê beriya 11 salan çêbûyî û tu hesab nehat xwestin ku ev komkujiya duyemîn çêbû. Di komkujiya yekemîn de hevala Sara, Rojbîn û Ronahî hatibûn şehîdxistin. Ew pêşengên jina azad, pêşengên gelê Kurd bûn. Eger îro di nava dilê Ewropa de ku weke cihê demokrasî û wekheviyê tê pênasekirin, komkujiyê  ji gelê Kurd re rewa dibînin, em wan rûreş û şermezar dikin. Berpirsên sereke yên vê komkujiyê dewletên Ewropayê ne.”

Di dewamê de Yildiztan got: “Ev komkujî ne tenê li Ewropa tên kirin. Nagihan Akarsel û Huseyîn Arasan li Silêmaniyê, Deniz Bulbun jî li Hewlêrê hatin şehîdkirin. Li her deverê êrîşî pêşengên me dikin, dibêjin ku eger em pêşengan ji holê rabikin em ê bikaribin îradeya tevahî gelê Kurd tine bikin. Lê em ê tu caran rê nedin vê yekê. Hêrsa gelê Kurd li hemberî xwefiroş û dewleta dagirker zêdetir dibe. Em ê bi ruhê Sarayan, Evînan, bi ruhê hemû hevalên ku canê xwe ji bo axa Kurdistanê kirine diyarî têbikoşin.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.