Komkujiya bi wesayita zirxî ya li Geverê: Berê çekê da sivîlan

Li Geverê roja 8'ê Cotmeha 2016'an bi wesayiteke zirxî ya polîsan 4 sivîl hatibûn kuştin. Dîmenê kamera li ser vê wesayita zirxî derkete holê.

Li gorî nûçeya JINNEWS'ê; dîmenê li ser wesayita zirxî ya polîsên Tirk a bi tîpa Kobra, ku 8'ê Cotmeha 2016'an li kolana Cengîz Topel a navçeya Gever a Colemêrgê rê li ber kuştina 4 sivîlan û birîndarbûna 2 sivîlan vekir, derket holê. Di dîmenan de tê dîtin ku 3 emniyetê çekê vekirî ne û bi nivîsa sor 'Ji guleberdanê re amade' hatiye nivîsandin. Dema emniyet vekiriye berê çekê didin nava sivîlan.

Polîsan di 8'ê Cotmeha 2016'an de li ser Kolana Cengîz Topel a navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji maşîneya zirxî ya Kobra gule reşandin. Di êrîşê de Serhat Buldan, Rahmî Safahali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn, Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. Doza der barê polîs Îlyas Mekîklî de hat vekirin, bi sûcdariya "Bi zanebûn kuştiye" heta 15 salan ceza jê re tê xwestin.

Polîsan ji maşîneya plakeya wê 30 A 0593 ya bi kodê Orman a aydi Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Colemergê gule li ser sivîlan reşandibû. Polîsan gule ji çeka li ser kuleyê ya maşîneyê reşandibûn. Salek û 2 meh di ser kuştinê re derbas bû. Piştî lêpirsînê dîmenê nû derket holê. Polisê tevgera taybet Îlyas Mekikli, di 8'ê Cotmeha 2016’an de hat girtin. Di daxuyaniyên fermî de wekî 'qeza' hat nîşandan. Serdozgeriya Komarê ya Geverê lêpirsîn temam kir û der barê polîs de bi sucdariya "Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" ji 3 salan heta 15 salan ceza xwest û doz vekir. 
 
'DÎMENÊ 3 KAMERAYÊN MAŞÎNA ZIRXÎ TINE YE'

Dîmenê kameraya çeka kûleyê ya li ser maşîna zirxî piştî salekê li dosyaya lêpirsînê hat zêdekirin. Di dîmenên berê hatin şandin de bi sedema CD hatiye zimbekirin dîmen nehatibû vekirin. Li ser vê yekê dadgehê dîsa dîmen xwestibû. Dîmenê maşîna zirxî ya plakaya wê 30 A 0593 dîsa anîn dadgehê tevî ku di maşîneyê de 4 kamerayên cuda hebûn tenê dîmenê kameraya kuleyê di dosyayê de cih girt. Dîmen û qeydên kameraya pişt, zikê maşînê û pêş maşînê di dosyayê de tune ye. Têkildarî sedema neşandina dîmenên van kamerayan daxuyanî nehat dayîn. Ji ber ku dîmen nehatiye şandin sedema "Qeza ye" ango "Bi zanebûn e" heta aşkerekirin. Derket holê ku polîsan di girtekê lêkolînê de diyar kiriye ku li kamerayên derve û derdorê jî lêkolîn kirine, lê dîmenên têkildarî bûyerê nehatine dîtin. 
 
BERÊ ÇEKA EMNIYETA WÊ VEKÎ DA NAVA SIVÎLAN

 
Di dîmenê kameraya kuleyê ya maşîneyê de tê dîtin ku emniyeta çekê vekirî ye û berê çekê didin nava sivîlan. Di dîmenan de tê dîtin ku maşîna 30 A 0593 plake li pişt maşîneyek di baxçeyê Midûriyeta Polîsan a Geverê derdikeve. Disa di ekrana dîmenê de tê dîtin ku bi tîpên sor “Ji guleberdanê re amade ye" hatiye nivîsandin. Di dîmenan de tê dîtin ku cihê bi kontrola destan jî heye û nivîsa “El (dest)" li ser hatiye nivîsandin. Di dîmenan de tê dîtin ku dema maşîne dimeşe polis di kolana ku herî zêde mirov lê hene de berê çekê dide nava sivilan. 
 
BI CAREKÊ RE GULE HATIN BERDAN
 
Kuleya maşînê bi lez û bez 360 dereceyan li dora xwe dizîvire. Maşina zirxî ya ji durêya girtîgeha berê tê, dema nêzî kamyoneta milê rastî dibe, dest bi gulereşandinê dike. Çend saniye şûnde kuleya maşînê li milê rastê yê maşinê dizîvire û li ser 10 kesên li ser peyarêyê rawestiyane bi qasî 10 saniyeyan gule direşîne. Piştî gulereşandinê welatiyên dikevin nava tirsê bi milê çep û rastê direvin. Di dîmen de tê dîtin ku gule li serê yekî dikeve. Dîsa tê dîtin ku gule li camên dikanan dikeve. Piştî gulebarandin tê rawestandin, maşîne demekê disekine û dîsa dimeşe. Pişti maşine dikeve nava tevgerê nivîsa sor a “Ji berdanê re amade ye" li ser ekrana maşînê hatiye nivîsandin, ji qeydê derdikeve. Kuleya li ser maşînê piştî demekê berê xwe dide jora avahiyên derdorê û berê wê bi jor ve sabît tê hiştin. 
 
Di rapora kesên pispor de hatibû diyar kirin ku her çendî emniyeta çekê vekirîbe û ji berdana guleyan re amade be jî tu sedemên wekî firêna ji nişka ve, refleksa destan, şaşiya bikaranîna teknîkî nehatiye dîtin. Tu sedema ku çek xwe bi xwe gule berde nehatiye dîtin. 
 
Doz bi sedema ewlehiye şandin Amedê û doz li Amedê tê ditin.