Komîteya Zindanê ya PKK’ê ji bo Kirtay peyameke sersaxiyê weşand

Komîteya Zindanê ya PKK'ê ji bo Abdulhalîm Kirtay ê ku piştî hatibû berdan lê piştre şehîd ket peyameke sersaxiyê weşand.

Komîteya Zindanê ya PKK’ê got, “Me bi xemgîniyek mezin bihîst ku ji ber polîtîkaya êşkence û qetlîamê ya ku dewleta Tirk a faşîst li girtîgehan kiriye, hevalekî me şehîd bûye. Şoreşger û welatparêzê mezin hevrêyê me Abdulhalîm Kırtay 30 salan di zindanên mêtingeriyê de bi îradeyeke mezin, girêdan û berxwedaneke bi heybet li dijî faşîzmê li ber xwe da. Şoreşgerê mezin û welatparêz Abdulhalîm Kirtay ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Di 30 salên zindanê de ti carî stûyê xwe li ber dijmin xwar nekir. Her tim li eniya herî pêş a berxwedanê bû. Pêşengê berxwedaneke bi rûmet bû û wî bi can û helwesta xwe dijmin têk bir. Bû yek ji hevrêyê me yên ku pêwîstiya dilsoziya bi têkoşîna xwe û gelê xwe re pêk anî. Di berxwedana xwe ya bi rûmet a li hemberî van 30 salên dîlgirtinê de nexweşiyên wî zêde bûn. Şert û mercên nebaş ên zindanên ku vediguherin jûreyên îşkenceyê û êrîşên berdewam ên dijmin, ev nexweşî derxist holê û ji ber ku nehate tedawîkirin nexweşiya wî girantire bû. Hevrê Abdulhalîm jî yek girtiyên nexweş bû û di zindanê de derfetên ji bo tedawiyê jê re nehate avakirin.  Hevrê Abdulhalîm di sala 1993’an de ji aliyê dijmin hate dîlgirtin û piştî 30 salan hate berdan. Li derve ligel ku malbat û hevalên wî gelekî hewl dan jî tedawiya wî bi kêr nehat û di 12’ê Gulana 2023’an de şehîd ket.

Şehadeta hevrêyê me Abdulhalîm Kırtay em gelekî xemgîn kir. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, ji hemû gelê xwe û ji hevrêyên wî re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi îdeal û armancên hevrê Abdulhalîm bi dest bixin û têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.

Bi şehadeta wî re em ji hevrê û gelê xwe re dibêjin, êdî dem hatiye ku ji qirkirinê hesab bipirsin. Hilbijartinên 14'ê Gulanê ku ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê û ji bo polîtîkayên qirkirinê ji holê were rakirin firsendeke dîrokî ye. Ev hilbijartin zemîna herî girîng a hesappirsînê ye. Em diyar dikin ku divê hemû gelê me, dostên me, hemû derdorên demokrat-sosyalîst bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan û ji bo parastina encamên hilbijartinê bi biryardariyeke mezin berxwedanê pêş bixin.”