Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Omer Golge bi bîr anî

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê ji bo Omer Golge ku bi krîza dil çû ser dilovaniya xwe daxuyaniyeke nivîskî da. Komîteyê diyar kir ew ê bi dilsoziya bi bîranînên Golge têkoşîna Îslama demokratîk geş bikin.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê ji bo Omer Golge ku bi krîza dil çû ser dilovaniya xwe daxuyaniyek da û got, ''Em dixwazin bibêjin bi dilsoziya bi bîranînê xeta Îslama demokratîk berbiçav bikin. Rawesta wî rawesta mirovên rastî ye.''

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:

''Hevrêyê me Omer Golge ku ev nêzî 2 sala e di nav xebatên me yên komîteyê de cih digire bi krîzeke dil çû ser dilovaniya xwe û şehîd bû. Ji ber şehîdbûna hevalê me Omer di serî de hevalên wî yê têkoşînê û malbatê, em sersaxiyê didin hemû kesên ku di xeta Îslama demokratîk de ji bo wekhevî û xwîşk û biratiyê têdikoşin. Em êşa malbatê, hevalên wî yên Tirkiyeyî ku bi heman hîs û ramanê ne par ve dikin.

Hevalê me Omer piraniya temenê xwe, bi nirxên sincî yê civakî yê dînê Îslamê ji bo xizmeta li gelên Rojhilata Navîn û hemû Misilmanan derbas kiriye. Bi baweriya Îslama demokratîk, bawer kiriye ku arîşeyên civakî û siyasî yên gelên Misilman wê çareser bibe û bi bawerî û vîneke qeyîm têkoşiya. Hevalê me Omer ku kelecaniya pêşî ya bi baweriya xwe ya dînî ya bi vê çarçoweyê, di wê demê de jiyaye ku Şoreşa Îslamî ya Îranê bi gotinên dij-emperyalîst bang li gelan kiriye, destpêka salên 90'î ji bo ku van îdealan pêk bîne, li qada Îranê li gel mirovên mîna xwe bawermend têkoşiyaye. Piştî ku Şoreşa Îslamî ya Îranê yek bi yek dev ji gotinên xwe yên ku xîtabî hejaran dikir berdide, ji vê qadê veqetiyaye, ji bo ku bi Misilmanên demokratîk ên Tirkiyê re tevbigere vegeriyaye, demekê li zidanên dewleta Tirk girtî maye. Ber bi salên 2000'i ve derfet dîtiye ku ji nêz ve Tevgera Azadiya Kurdistanê bişopîne, ketiye bin bandora nirxandinên Rêbertiya me yên li ser dîroka Rojhilata Navîn, avaniya wê ya civakî û li ser Îslamê û biryar li ser wê daye ku li qada demokratîk a legal bi renê dostekî tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Piştî ku 2013'an Rêbertiya me xeta Îslama Demokratîk bi kongreyekê kire rojeva Misilmanan, biryar li ser daye ku bi rengê qedroyekî xwe tevlî nav têkoşîna azadiya Kurdistanê bike. Hevalê me Omer bi xeta Îslama demokatîk di serî de ên gelên Misilman ên Rojhilata Navîn, hay ji pirsgirêkên bi kana Îslama desthilatdarxwaz a Misilmanan hebûye, bi vê jiyaye û têkoşiyaye. Bi baweriya bi xeta Îslama demokratîk wê bikaribe keda xwe li çareseriya arîşeyên rojane yên dînê Îslamê bike heta hilma xwe ya dawî ji bo îdealên xwe têkoşiyaye.

Dema ku dîtiye dewleta Tirk bi xeta Erdogan-AKP'ê dînê Îslamê kiriye amûra polîtîkayên nîjatperest û dîtiye ku bi Îslamê hewl didin ku rûyê xwe nîjatperest veşêrin berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Li gel temenê wî yê bihurî û nexweşiyên wî yên giran jî, vê biryarê nîşan daye ku çendî bawermend e û çendî xwedî sebr û semax û azweriya têkoşînê ye. Heval Omer ji bo ku dewleta Tirk bi xeta Erdogan û AKP'ê dîn îstarmar dike pir hêrs bûye, ti caran qebûl nekiriye ku pêvajoya berê ya têkoşînê gelek kesên ji bo pere, mal û imlk û rayeyê dev ji îdealên xwe berdane û hatine ser xeta dîktatoriya faşîst a Erdogan. Helwesta wî nîşan daye ku mirovên bi rastî bawermend kî ne û li kû radiwestin, nîşan daye ku kî ne yên ku dîn bi xeta Emewiyan fêhm dikin, îmana wan pere û meqam in û ev ên wiha li kû radiwestin. Bi jiyana xwe nîşan daye ku xeta heq û dadê ya Îslamê di nav têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tê jiyîn, li dijî van ên qelp û îstîsmarkarên dîn rêya rast û têkoşîn, xizmeta di xeta Îslama demokratîk de ye.

Bêguman piştî şehîbûna hevrêyekî me yê ku demekê me bi hev re têkoşîn dayî dayina daxuyaniyeke wiha ji bo me giran e. Lê ji bo ku jiyana xwe li nav refên heq û dadê temam kiriye, şehîd bûye, ji bo ku şehîd jî li mêzîna îlahî çi heq kiribe wê distînin, ev xemrevîna me ye. Em komîte careke dî bi vê wesîleyê sersaxiyê didine hevrêyên wî, malbata wî ya dilbikul û wan kesên ku bi baweriya Îslama demokratîk dijîn û têdikoşin. Çawa ku em dibêjin em serfiraziyê deyndarî şehîdan in, em dubare dikin ku ji bo bîranîna heval Omer jî em deyndarê serfiraziyê ne. Em diyar dikin ku bi dilsoziya bi bîranînê em ê xeta Îslama demokratîk berbiçav bikin.''