Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Mazdek Ararat bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê hunermend û milîtanê azadiyê Mazdek Ararat ku li Rojava bi qezayeke trafîkê şehîd bû bi bîr anî.

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê diyar kir her jiyana ku bi qezaya trafîkê ji dest didin ji bo wan dibe êş û xemeke mezin û got, ''Di her qezaya trafîkê de sersarî û bêrêgeziyek heye'' û bal kişande ser ku li ser vê mijarê divê hesasiyetk û disîplîneke mezin hebe.

Mazdek Ararat (Omer Bagci) 13'ê Îlona 2019'an dema ku li ser peywira xwe bû bi qezayeke trafîkê şehîd bûbû û 14'ê Îlonê li Kobanê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle hatibû veşartin.

Komîteyê got, ''Em careke dî sersaxiyê didine malbata hunermendê hêja û milîtanê azadiyê hevrêyê xwe Mazdek Ararat, ku li Rojavayê Kurdistanê bi qezayeke trafîkê me ji dest dabû û serê gelê me sax be. Em şifayê ji bo hevalên birîndar ên li cem wî bûn dixwazin û dibêjin derbasî be.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Em pê hisiyan ku hevrêyê me yê hêja bi qezayeke şehîd bûye û xemgîniya me zêde bûye. Li qada şoreşê berdêldayin nirxekî herî berz e lê ne rewşeke normal e ku qezayên trafîkê pir çêdibin.

Par jî bi heman rengî me hevrêyê şoreşger a enternasyonalî a Arjantînî Doktor Alîna (Lêgerîn) bi qezaya trafîkê ji dest da. Gelek windahiyên me wiha çêbûne. Ji ber vê, em dibêjin,  tevdîrên ku Rêveberiya me ya Xweser ji bo pêşî li qezayên trafîkê bigire danîne li her deverê bêkêmasî werin bicihanîn û hemû civaka me li ser vê mijarê divê têra xwe were agahdarkirin.

Li pişt her qezayê bêrêgezî û sersariyek heye. Giringiya ku em didin disîplînê giringiya ku em didine jiyanê ye. Divê em ji bîr nekin, di kana disîplîna me de ya li ser jiyanê felsefeya me ya li ser jiyana azad heye. Em vê di hemû gavên jiyana xwe de bikin çand, bi rehetî fersendê nedin windahiyan.

Bi vê çarçoweyê banga me li hemû hevalên em yên xebatkarên hunerê û gelê me ew e ku bi welatê azad bersiv bidin bîranîna hevrê Mazdek û di hunera xwe de bikin wesîleya serkeftinên mezin!

Her wiha li Kurdistanê û li qadên derveyî welêt di serî de qezayên trafîkê em wî bikin sembola şerê li dijî her cure qezayan, çanda jiyana bi rêgez, demokratîk û bîrewer.''