Komeleya Hêvî diyariya karnameyê da xwendekaran

Komeleya Hêvî, diyariya karnameyê da xwendekarên dibistaneke navîn a li Kerkûkê.

Komeleya Alîkariyê ya Hêvî, ku li Başûrê Kurdistanê dixebite, diyarî da xwendekarên serketî yên dibistaneke navîn a li Kerkûkê. Piştî ku dibistan kete betlaneyê, endamên Komeleya Hêvî Malbatên Mexdûrên Şer, serdana dibistana Baharê kirin û diyarî dan xwendekarên serketî.

Serokê Komeleya Hêvî Mihemed Nerîman di dema serdanê de axivî û got, wan xwestine xelatê bidin xwendekarên ku tevahiya salê ked dane, lewma dest bi hewldaneke bi vî rengî kirine. Piştî axaftinê, diyarÎ ji xwendekarên serketî re hate dayin.

Rêveberiya dibistanê jî spasiya Komeleya Hêvî kir.