Komalên Jin ên Ciwan Amara Gabar bi bîr anî

Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan gerîla Amara Gabar bi bîr anî, ku 6'ê Tebaxê li Cûdî jiyana xwe ji dest da.

Komalên Jin ên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Em hevrê Amara Gabar a ku 6'ê Tebaxê li Cûdî şehîd bû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevrêya wan Amara ji roja tevlî nava refên partiyê bû û heta kêliya şehadetê bi enerjiya şoreşgerî jin ên ciwan bi rêxistin kir, bi sedan şoreşger ên jin ên ciwan perwerde kir û her tim bi rengekî bi mînak tevlî têkoşînê bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta kêliya dawî bi ruhê lehengiyê yê berxwedana xwerêveberiyê bêtirs bi ser dijmin ve çûye û hate gotin, "Bi girêdana mezin a bi hevrêyên di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn, ji bo armancên hevrêyên xwe pêk bÎnin, bi hestên tolhildanê û bi îdeolojiya Rêbertî ji bo pêkanîna armancên xwe bi rengekî pêşeng tevgeriya."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Amara û gelê Kurdistanê yê welatparêz hate xwestin û hate gotin, "Di şexsê hevala Amara de em soz didin ku tola hemû şehîdên xwe hilînin û ji bo pêkanîna xeyalên wan têkoşîna xwe geş bikin."