Komalên Ciwan peyam da Erdogan: Xilasiya te nîne!

Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe divê em welat û gelê xwe ji êrîşên faşîst biparêzin û hêjayî Rêber û şehîdên xwe bin. Roj ev roj e."

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, têkoşîna xurt a gerîlayên Kurdistanê û ciwanên şoreşger ên Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger faşîst, kiriye ku Erdogan û dewleta wî bê ber têkçûnê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk êdî dewletek nîne. Bûye rêxistineke çete ya dîn û har. Erdogan ê faşîst jî serkêşê dîn û har ê vê rêxistina çete ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev dewleta çete û serçeteyê wê li ser tevahiya mirovahiyê gefeke mezin e û hate gotin, "Heta ku ev dewleta çete ji holê nehate rakirin, nepêkane ku bêhn bê ber mirovahiyê. Lewma têkoşîna ku gerîlayên Kurdistanê li çiyê, y a ciwanên Kurd ên şoreşger jî li bajaran dikin, têkoşîna azadiya mirovahiyê ye."

'DÎKTATORÎ WÊ TINE BIBE'

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir, mîna her dîktatorên faşîst, Erdogan jî ji tirsa hilweşîna dîktatoriya wî, bi rengekî namerdî û barbarî êrîşî Kurdistanê dike û wiha dewam kir: "Bi gefên li dijî Rojava de êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê rojên dawî zêde kir. Em van êrîşên namerdî şermezar dikin û ewladên leheng ên Kurdistanê yên ji ber van êrîşan şehîd bûne bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê tola wan hilînin."

'BI ŞER EM DIKARIN DESTKETIYAN BIPARÊZIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, nirxên ku di nava 40 salên dawî de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatine afirandin, temamiya wan bi şer hatine afirandin. Koordînayonê got, "Lewma parastina van destketiyan jî bi şer dibe. Em ê ji bîr nekin ku em nifşên dîrok û gelekî bi rûmet in ku şer bi dîlanê pêşwazî dike û em ê her tim vê têkoşîna bi rûmet bimeşînin."

Koordînasyonê da xuyakirin ku wê bi biryardarî û dildariya azadiyê, bi têkoşînê van êrîşên dawî jî pûç bikin û got, "Ji bo serçete Erdogan em dibêjin, tirs bandorê li mirinê nake. Ti ji van êrîşên namerdî wê wî ji xilasbûnê rizgar neke. Ciwanên Kurd û Kurdistanê li dijî efendiyên wî doh çawa şer kirin, wê ji niha û pê ve jî bi heman rêbazê şer bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên şoreşger welatparêz ên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate kirin ku li qada şer xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin û bi ruhê seferberiya berxwedanê li ser bingeha xweparastinê her cihî bikin qada çalakiyan.

Her wiha bang li ciwanên li derveyî welat û ciwanên sosyalîst, demokratîk enternasyonal jî hate kirin ku têkoşîna pîroz a li dijî dewleta çete ya Tirk a faşîst mezin bikin.