Komalên Ciwan: Li her derê em bi ser faşîzma dewleta Tirk ve biçin

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê bang li ciwanan kir ku li her derê bi ser faşîzma dewleta Tirk ve biçin.

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyekê, hêzên komploger bi hêrseke mezin şermezar kir û ragihand ku wê hesab ji komplogeran bipirse.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya her kesî rêberê ciwanan e û wiha hate gotin, "Di têkoşîna 22 salan de ku bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' di sala 1999'an de dest pê kir, rola pêşengiyê ya ciwanên Kurdistanê diyarker bû. Di sala 23'an a komploy3e de êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi serkêşiya PDK a xayin-noker a li ser Garê, her wiha tecrîda li ser Rêber Apo wezîfe û berpirsyariya ciwanên Kurdistanê zêde kiriye. Ciwanên Kurdistanê li her cihî û li her derê bûne milîtan û fedayiyên azadiyê yên Rêber Apo û ji niha û pê ve jî ev rastî wê ti carî neyê guhertin."

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku lehengên Rêberê Gelê Kurd wê ji her demê bêhtir vê demê bi rola xwe rabin, berpirsyariya xwe nîşan bidin û nîşanî dost û dijminan bidin ku dikarin çi bikin.

Di daxuyaniyê de biryardariya ciwanan a ji bo parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê hate destnîşankirin û hate gotin, "Bi navê fedayiyên Rêber Apo, heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê bi ruhê pêngavê timî pêşengiyê bikin.

Bila komploger hemû zanin, heta ku ciwanên fedayî yên Apoyî hebin wê cografya Kurdistanê ji irker, dagirker û faşîstan re bibe goristan. Heta ku komplogeran, kontrayan û xayinan bi siya wan ji Kurdistanê derxînin, em ê bênavber têkoşîna xwe dewam bikin. Li ser vê bingehê di serî de ciwanên Bakurê Kurdistanê em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku bi dirûşma 'Em ê cîhana bêyî Rêbertî bi serê we ve bînin xwarê' rabin ser piyan, li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê, li her derê bi ser faşîzma dewleta Tirk ve biçin, bi ruhê ciwanên Apoyî kolanan li dijmin tengav bikin û tevlî pêngava pêkanîna serketinê bibin. Em dibêjin 'dem dema azadiyê ye'."