Komalên Ciwan derbarê qedexekirinan daxuyanî da

Koordînasyona Komalên Ciwan nerazîbûn nîşanî girtina Tevgera Azadî da ya ku YNK’ê biryara wê daye.

Koordînasyona Komalên Ciwan derbarê girtina saziyên Tevgera Azadî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya koordînasyonê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di vê pêvajoyê de pîrozbahiyên sala 40’emîn tê pîrozkirin û partiya me ya şoreşger PKK meşa xwe ya destanwerî didomîne. Tevgera PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo sînorên Kurdistanê derbas kiriye û bûye hêviya azadiyê ya mirovayetiyê. Li hemberî êrîşên dewletên komploger PKK û gerîlayên PKK’ê meşa xwe ya jiyana azad hê jî didomînin. Ne komploya 15’ê Sibatê, ne êrîşên dewletên emperyalîst, ne êrîşên dewleta Tirk a faşîst û ne jî îxanetkarên Kurd nekarîne vê meşa pîroz a PKK’ê asteng bikin.”

Di daxuyaniya Komalên Ciwan de hate diyarkirin ku buroyên Tevgera Azadî bi gef û zextên dewleta Tirk hatine girtin û ciwanên Başûrê Kurdistanê tê de bang li hemû ciwanên sosyalîst û şoreşger hate kirin ku li hemberî vê biryara YNK’ê helwesta xwe diyar bikin.