Komalên Ciwan 3 şehîdên Efrînê bi bîr anî

Koordînasyona Komalên Ciwan: Em sozê didin ku em ê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bin û em ê alaya berxwedanê ya ku wa ji me re hiştine, bigihînin serfiraziyê.

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û got “Di berxwedana serdemê de li dijî dewleta Tirk a dagirker 3 rêhevalên me heta dawiyê li ber xwe dan. Em ê bibin şopdarê ev hevalên xwe yên şehîd.”

Koordînasyona Komalên Ciwan şehîdên bi navê Brûsk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn bi bîr anî yên ku ji destpêka berxwedana Efrînê de têkoşiyan û çend roj berê şehîd bûne.

Di daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan de ev tişt hatin diyarkirin:

“Rêheval Brûsk 10 sal in di nav xebatên me yên ciwanan de bû û bi aliyê xwe yê kedkar û pratîkî ji hevalên xwe re bûye mînak. Li Bakurê Kurdistanê û Efrînê bi salan xebitiye û di hemû pratîkên xwe de bûye xwediyê têkoşîneke geş. Bi têkoşîn û tevgerên xwe ji derdora xwe re bûye mînak. Rêheval Brûsk ji destpêka berxwedana Efrînê heta dawiyê têkoşiyaye û bi têkoşîna xwe bûye pêşeng.

Rêheval Hawar bi aliyê xwe yê mutewazî û kedkar di nava têkoşînê de bûye kesekî mînak. Di nava demeke kurt de berpirsyariyên girîng wergirtiye û bi awayekî çalak peywirên xwe bi cih aniye. Rêheval Hawar di berxwedana Efrînê de nehiştiye ku hêzên dagirker axa wan dagir  bike û di çeperên pêş ên berxwedanê de cihê xwe girtiye.

Rêheval Garzan jî li Efrînê dema ku li ser peywirê bû, bi şev û roj pêdiviyên gel bi cih dianî û bi berpirsyariyeke mezin nêzî rêhevalên xwe dibû. Rêheval Garzan bi sekna xwe ya mutewazî bûye xwediyê têkoşîneke geş.

Em van her sê rêhevalên xwe bi bîr tînin ên ku di berxwedana serdemê de li dijî dewleta dagirker û faşîst a Tirk li eniyên pêş li ber xwe dan û bi qehremanî şer kirin. Em sozê didin ku em ê xwedî li bîranîna rêhevalên xwe derkevin û alaya berxwedanê bigihînin serfiraziyê.

Em diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker di serî de em ê li dijî hemû hêzên dagirker li ber xwe bidin. Li ser vî esasî em bang li ciwanên Kurdistanê û ciwanên demokrat dikin ku ji bo tolhildana şehîdên me bila tevlî têkoşînê bibin.”